AK Partiyê derbarê kuştina Hekîm Luqman de daxûyanî da
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser kuştina karsazê Dihokî Hekîm Luqman got ku bûyereke asayîşê bûye.
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Navendî ya AK Partiyê di konferansa rojnemgereriyê de axivî.
Omer Çelik behsa mijara kuştina karsazê Kurd ê ji Dihokî kir û got:
“Mixabin karsazekî ji Duhokê ji ber bûyereke asayîşa giştî li cihekî canê xwe ji dest da.
Ev partî rabû û got, ‘ji ber ku bi Kurdî diaxivî hat kuştin’ û hewl da vê yekê li cihekî gelekî provokatîf bi cih bike.
Wisa kirin ku ew kes bi tenê ji ber axaftina bi Kurdî hatiye qetilkirin.
Niha binêrin, ev bûyereke asayîşê ye. Li mekanekê di navbera kesên li cihê bûyerê de şer derket û mixabin di encamê de wî karsazî canê xwe ji dest da.
Ev helwesteke pir provokatîf e ku wan bûyerek asayîşê wekî bûyereke siyasî nîşan da.
Yên vê yekê dikin, mafên wî kesê ji Dihokê ye û canê xwe ji dest daye naparêzin. Berevajî vê ew piştgiriyê didin siyaseta provokatîf a nefretê.
Heger welatiyekî me yan jî mêvanekî me ji ber zimanê ku diaxive bibe hedef, em dê li dijî vê yekê bisekinin.
Yên ku qedexeyên li ser vê meseleyê rakirin û di TRTyê de kanalek vekir em bûn. Em dê ti carî destûrê nedin nêzîkatiyên bi vî rengî.”