Serokê Misrê îro bi serdaneke fermî serdana Tirkiyê bike
Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro yekem car bi serdaneke fermî serdana Tirkiyê dike.
Serdana Sîsî piştî 12 salan dê bibe yekem serdana serokomarê Misirê bo Tirkiyê.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di çarçoveya serdanê da civîna ewil a Lijneya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a ku li gor Deklerasyona Hevbeş a ku di serdana Serokomar Erdogan a 14ê Sibatê ya li Qahîreyê hat îmzekirin de wê bê nûkirin û 2024ê, dê di bin serokatiya serokên her du welatan de were lidarxistin.
Di civîna konseyê de wê hemû aliyên têkiliyên Tirkiye û Misirê bên nirxandin û gavên hevpar ên ku di pêşerojê de ji bo pêşdebirina hevkariyên dualî dikarin bên avêtin wê bên nîqaşkirin.
Di hevdîtinan de dê li ser peywendiyên dualî û mijarên niha yên navçeyî û cîhanî û bi taybet êrişên Israîlê li ser Xezze û navçeyên Filistînê yên dagîrbûyî, nêrînên xwe bên gotûbêjkirin.
Di çarçoveya hevdîtinê de îmzekirina hin belgeyên bi mebesta xurtkirina bingeha peymanê ya têkiliyan jî di rojevê de ye.