Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya balyozê DYA kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 09.06.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Doglas Silêman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeya pê re kir.Di civînekê de ku konsulê Amerîkayê li Hewlêrê amade bû, şandeya mêvan behsa pêşhatên dawiyê yên hilbijartina û ew biryarên parlamentoya Îraqê li ser encamên hilbijartina derxistine kir û di vê çarçoveyê de her du aliyan tekîd li ser yekdengiya hemû aliyan ji bo serxistina pirosesa siyasî li îraq kir û hêvî xwestin ku ew arîşeyên çêbûne bên çareser kirin da nebine rêgir di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayê re diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyîn siyasî lêdixebitin ku bi yekgirtî beşdariyeke cidî di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de bikin bi awayekî ku aramiya siyasî û aborî ji Îraqî re bi xwe re bîne.

Back to top button