Polîtîk
Serokwezîr: Nûçeya Haber Turkê derew e
Ofîsa teybet ya Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de nûçeyeke televîzyona Haber Turkê red kir ku ji zarê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve belav kiriye qaşo hikûmeta herêma Kurdistanê nûnerekî xwe şandiye ba rêberê PKK Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê.
Teksta daxuyaniyê:
Di hevpeayvînekê de ku, birêz D. Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê digel televizyona Haber Turkê de, kir bû, pêşkekarê bernameyê pirsa wê çendê ji serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kiri bû; ka golo hikûmeta herêmê nûnerê xwe şandiye ba Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê, birêz D. Berhem jî di gotiye; nexêr tiştê wiha çênebûye.
Ofîsa taybet ya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dupat dike ku birêz Berhem Salih bi çi awayî daxuyaniyên wiha nedaye ku qaşo hikûmeta herêmê nûnerê xwe şandiye girava Îmraliyê lewra nûçeyên bi vî rengî ne rast in.