Cîhan

Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke senatorên amerîkî re civiya

Îro li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li heyeteke civata têkeliyên derve ya senata Amerîkayê ku ji panzdej senatoran pêkhat bû, kir.

Di dîdarekê de, Nêçîrvan Barzanî ji çandeya amerîkî re bi kutî behsa rewşa herêma Kurdistanê û Îraqê ya piştî hilbijartinên heftê adarê yên parlamentoya Îraqê û danûstanadinên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê kir. Berzanî careke din tekîd li ser helwestê sabitê herêma Kurdistanê kir û got ku pêwîste hemû alî li gor destûrê û pirensîpên demokrasiyê tevbigerin û hemû alî beşdariyê di pirosesa siyasiya Îraqê de bikin.

Heyeta senatorên amerîkî kêfxweûiya xwe li hember  pêşketinên herêma Kurdistanê nîşan de û rola serokatiya siyasiya Kurdistanê di ber bi pêşvebirina Kurdistanî de bilind nirxand.

Şandeya mêvan tekîd li ser kûrkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê, dewletên cîran û cibaka navdewletî kir.
 
Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê dixaze têkrliyên dostane, li ser esaê berjewendiyên hevbeş digel hemû terefan hebe.

Herwesa di civînê her du aliyan behsa peywendiyên navbera herêma Kurdistan- Amerîkayê û Îraq- Amerîkayê, di dema nuha û dema piştî vekêşana hêzên amerîkî ji Îraqê kir.

Back to top button