Polîtîk

Serokwezîr li Kurdistanê digere

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duhî roja yekşemiyê 21.10.2012ê, bi serokatiya şandeyekê ku, ji hijmareke wezîrên hikûmetê pêkhatibû, serdana devera Germiyanê kir.

Li bajarê Kelarê, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasimekê de kevirê bingehîn bo avahiya nexweşxaneyeke 100 qerewêlî dana. Di vê merasimê de serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û tê de diyar kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê 200 milyon dolar weke budce bo pirojeyên xizmetgozarî li devera Germiyanê berdest kiriye.

 

Serokê hikûmetê di peyva xwe de behsa devera germiyanê kir ku, di serdema rijêma Basê de gelek derdeserî û nexweşî dîtine û di êrîşên enfalan de bo ser devera Germiyanê bi sedan kes şehîn û hinda bûne. Barzanî got ku, divê hikûmeta federal a Bexdayê jî beşek ji wê berpirsiyariyê li ser xwe bigire , çunkî ew tawan ji aliyê hikûmeta bi navê dewleta Îraqê ve hatine encam dan.

Weke tê zanîn Nêçîrvan Barzanî di serdema kabîneya pêncemîn de jî serdan devera germiyanê kiri bû û hijmareke pirojeyên xizmetgozarî di ware perwerde, saxlemî, av, kareb û rê û piran de bi buhayê 250 milyon dolaran encamp da bûn digel avakirina 1500 xaniyan bi warsên şehîdan:

Em doh li vir bûn, îro jî li vir in, sibê jî eger jiyan derfet bide dê li vir bîn û dê bi komeke pirojeyan ve vegerîn bo Germiyanê.

Her li devera Germiyanê Nêçîrvan Barzanî serdana serokatiya zanîngeha Germiyanê kir û digel serok û mamosteyên zanîngehê civiya. Di civînê de serokêwezîrê Kurdistanê damezrandina zanîngeha Germiyanê weke destkeftiyekê giring li deverê wesif kir. Barzanî 10 milyar dînar weke budce, bo dabînkirina pêdawîstiyan bo zanîngeh Germıyanê, xeric kirin.

Her duhî, serokwezîrê Kurdistanê serdana bajarokê Rizgarî da û kevirê bingehîn bo avakirina 1500. Xaniyan bo warisên şehîdan dana.

 

 

Di berdewamiya serdana xwe de bo devera Germiyanê, serokê hikûmeta Kurdistanê serdana bajarê Kifrî kir û serdana şûnewarên dîrokiyên bajêr kir.
Paşî serokwezîrê Kurdistanê digel serok û berpirsên îdariyên bajarê Kifrî civya û guhdariya daxwazên wan kir.

Nêçîrvan Barzanî di axavtinekê de got ku, Kifrî bajarekê dîrokî û kevnar e û pêwîstî bi xizmetkirinêheye. Di dema êrîşên enfal û qirkirinê de ku ji aliyê hikûmeta Sedam Hisên dihatinser devera Germiyanê, pişka şêrî ber bi bajarê Kifrî ketiye:

 

Hikûmetê bernameyekî taybet heye ku, giringiyê bi vê deverê bide. Em îro hatine vir daku, pêdawîstiyên deverê bizanîn û li gor îmkanênan dabîn bikîn.  28 milyar dinar bi pirojeyan li sînorê Kifrî hatien dabîn kirin.

Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de got ku, Hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi cidî bixebite daku, pêdawîstiyên deverê deverê dabîn bike, Kifrî gelek şehîd û qurbanî dane û ew hêjayî xizmetên mezin in:

Em dizanin li vê deverê hindek piroje û xizmet hatine kirin, lê ew ne li gor daxwaz û hêviyên me ne, devera we hêjayî kar, xizmet  û pirojeyên zêdetir e. Ez we dilrehet dikim yak u di şiyanên hikûmetê de be dê vê deverê bike.

 

 

 

 

Back to top button