Amerîka û Îsraîl bi hev re tetbîqatê lidardixin
Îro li Îsraîl, tetbîqateke ku Amerîka û Îsraîl bi hev re lidardixin pêk tê. Di tetbîqata ku hemû awir zivirîne ser de, pergala parastina ezmanî a Îsraîl tê kontrolkirin. Bi vê tetbîqatê, Amerîka û Îsraîl, pergala mertalên moşekên xwe jî wê test bikin.
Li gorî çavkaniyên leşkerî, jê 3 hezar piyadeyên Amerîkî, tetbîqat, bi 10 hezar leşkeran pêk tê. Tetbîqat wê 3 hefta dewam bike. Di vê tetbîqatê de Îsraîl, wê Arrow 2 moşekên antî balîstik, moşekên menzîl dirêj Davud Sapanî (Davî Sling) û moşekên menzîl kin Îron Dome, li heberî êrîşeke muhtemel biceribîne.
Menzîlên moşekên di destê Îsraîl de, di navbera 40 û 400 kîlometre de ne. Dewleta Îsraîl, ev mertalên moşekan niha li hemberî êrîşên ku ji Hamas û Hîzbullahê tên de bikartîne.
Di tetbîqatê de, Amerîkayê moşekên Petroit yên ku navê AEGIS lê kiriye jî wê bikarbîne. Ev moşekana, di nav behrê de, li ser keştiyên şer wê bêne ceribandin.
Ev tetbîqata, ji aliyê Serokdewletê Amerîkayê Barack Obama ve nêzika salekê ye ku dihat taloxkirin.
Tetbîqat, ji aliyê dewletên herêmê û welatên ewrupayê ve ji nêz ve tê şopandin.