CîhanPolîtîk

Serokwezîr li gel SPD ya Almanyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya seredana xwe ya ji bo Almanyayê de, roja 17.02.2018 li Munchen, digel şandeyeke hevbeş ji komîteya têkeliyên derve û komîteya bergiriyê yên partiya SPD li parlamentoya Almanyayê civiya û behsa pêşhatên dawiyê yên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û hêvî xwestin ku hemû arîşe bi dyalogê bên çaresr kirin.Her du aliyan behsa şerê dijî DAÎŞê û ew alîkariyên di dema şer de Almanya û civaka navdewletî pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine, qonaxa piştî DAÎŞê û giringiya nehêlana sedemên çêbûna wê rêxistina terrorist û berhingarbûna hizra teror û şidetê kir.Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkarî û hevkariyên Almanyayê yên di dema şerê dijî terorê de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine  kir û ew alîkariyên navdewletî  bi giring û yekalîkirina şerê dijî terorê wesif kirin. Barzanî behsa çewaniya serederîkirina digel qonaxa piştî DAÎŞê, giringiya hevkariyên anvdewletî ji bo binyatdanan şiyanan, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û mihtaciyên vegerandina wan kir û got ku ji bona vegerandina wan divê aramî û îstîqrar li deverên wan hebe, deverên wan bên avakirin û derfetên kar ji wan re bên peyda kirin.Şandeya SPD li hember wê hevkarî û hevahengiya navebra pêşmerge û hêzên Alamnyayê de li Herêma Kurdiatanê heye dilxweşiya xwe nîşan da û rol û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de bilind nirxand.Di civînê de, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve  û Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Kurdistanê liAlmanyayê, amade bûn. 

Back to top button