
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya beşdarîkirin di konferensa Asayîşa Munchen de roja 17.02.2018ê, digel Şêx Xalid Alcerah Alsebah Cîgirê Serokwezîr û wezîrê navxwe yê Kwêtê civiya û Barzanî sipasiya Kwêtê kir ku şandeya Herêma Kurdistanê ji bo beşdariyê di konferensa jinûveavadankirina Îraqê de bikin vexwand.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa têkeliyên Herêma Kurdistan û Kwêtê kir û rola konsulxaneya Kwêtê li Herêma Kurdistanê beilind nirxand û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel Kwêtê berfireh bike û derfetên kar ji bo berhemanînê di warên çandinî, tûrîzm, pîşesazî ji bo şirket û kompaniyên kwêtî biafirîn e.Serokwezîrê ji şandeya Kwêtê re behsa pirosesa diyaloga navebra Hewlêr û Bexdayê, pabendbûna Herêma Kurdistanê bi çareserkirina hemû pirgirêkan bi hikûmeta Îraqa Federal re li ser bingeha destûra Îraqê, rewşa asayîş û aramiyê li deverê, ew hijamra zêde ya koçber û penaberên li Herêma Kurdiatnê hatîne hewandin û giringiya aramî û îstîqrara deverê û afrandina derfetên kar ji bo koçber û penaberên ji bo ser mal û milkên xwe vedigerin, kir.Her du aliya behsa têkşikandina DAÎŞê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku ji bona berhingarbûna hizira DAÎŞê divê di ware siyasî, aborî û civakî jî de xebat berdewam bin.Pirosesa siyasî û hilbijartinên bên Îraq û HerêmaKurdistanê mijarên din yên civînê bûn.Di civînê de, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Kurdistanê liAlmanyayê, amade bûn.


