Polîtîk

Serokwezîr li gel Balyoza Avustralya civiya

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Avustralya ya Iraqê kir. Balyoza Avustralya ya Iraqê Xanima Joanna Ondez û heyeta pêre sardana Hewlêr kirin .Hevdîtina li gel Nêçîrvan Barzanî de Ondez bi minasebeta hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pîrozbahiya welatê xwe pêşkêşî serokwezîr kir. Herweha Balyoza Avustralya da xûyakirin ku, ew pêvajoya hilbijartinên Kurdistanê gelek serkevtî dinirxînin û hêvî dikin ji bo avakirina hukumeta Bexdayê û ya Hewlêr jî kurd ji bo pêşerojek geş role xwe bileyzin.Joanna Ondez da xûyakirin ku, ew gelek girîngiyê didin pêwendiyên li gel Kurdistanê û dixwazin pêwendiyên heyîn pêşvetir bibin.Serokwezîr jî li himber vê sardana Balyoza Avustralya keyfxweşiya xwe da nîşandan  û da xûyakirin ku ji bo pêşvebirina pêwendiyan her tişta bikeve ser mile Kurdistanê dê bi cih bikin.Nêçîrvan barzanî li gel Joanna Ondez  rewşa avakirina hukumeta Bexdayê û hukumeta Kurdistanê gotubêj kir.

Back to top button