Min dît û nabêjim (Roaman)

Min dît û nabêjim (Roaman)

Silêman ÇakirWext gelek zelal bû mîne navê Bûnisra. Dema keko Ehmed em dîtin,em yek bi yek himbêz kirin .Ez û xanim xan em çûne destê wî û me hâl û wextê wî pirsî. Jibon ku em dîtin gelek kêfa wî hat,lê hinek xemgîn xwúye dikir.Min ku tu çime xemgînî? Ku devjê berde. Tiştek tûneye. Min fahm kir hinek ji bar giranî û pisgirêkê zarok û Beko Ewan’ê serdorê ku jimin aciz bûn.Em tevde çûne cem wa û hên li derve bankire jinbira min xwedê rehma xwe lê bikê Helîm’e xanim xan, ku meyzeke min çi û kî anîn mêvandarîye te..Jin bira minî delal dema ku em dîtin bi qasî keko kêfa wê hat.Em derbasî xanî bûn û ku hûn runin ez têm û gote xanime xwe ku şîveke xweş çêbike ,wê jî ku ser çava.Fêkî firoş nêzîk bûn ez jî çûme derve û min hinek fêkî sitand û ez hatim.Piştî wextekî kin ew jî hat û jinbira minî delal şîv amede kir û sifrî danîn, em tevde liser sifrê rûniştin û me şîv xwar ,piştî wextekî mêvan hatin nas û cîran bi dil xweşî em bi xêr hatin kirin…Sohbet renga renk bû lê piştre hate ser zilme liser Bakûr û tiştê ku General ê 12 Îlonê ên ku derba leşkerî kiribûn. ..Dema civak mijûl dibû ev dû rêzê helbesta Ehmedî Xanê hatin bîra min..Elqisse şehîdê ‘eşqê cellad.Meqtûlê sitem qetîlê bê da.Ew kuşteyê curmê bîgunahî.Teşbîhê beratê padîşahî.Pirtuk:Mem û Zîn.Rûpel 956.şîroveker :Perwîz Cîhanî. .Weşanxane :Nûbihar. ..Civak xweş derbas bû û bu wextê xewê. Berî ku rakevin min gote keko, emê sibe piştî nîvro biçin gûnd.Ku başe, eger tiştek lazim hebê jiminre bêje, min ku na tu her hebê. .Em raketin û sibehê em rabûn me tevde taştê xwar û gote xanim xan çi lazime? Ku tiştek ne lazime lê jibon gûnd û malê tiştna bistînê. Min ku başe,hûn jî hêdî hêdî xwe amede bikin û ezê wesayîtekê bigrim û bêm wejî bistînim û emê biçin cem bavo..Ez derketim bajarê Selmanî Pêk û Zeynelabbiddînê oldar. Ew bajar bu ku wextekî bêhna Kurdewarîtîyê jê dihat.Lê dema ku ez gihiştim merkeza bajêr dilê min xemgîn bû.Dema navê Nisêbîn’tê ser ziman li Bakur’ê Nisêbînê berbenda çîyayê ji kilsê, Tur Abdîn di nivîsê bizmarîde liser belgê wê demê dibêjin çîyayê Qaşyarî ,ev nav bi Aqadî û di dewra Hitit û Gûndê qirikkê di rûpel de hatîye nasandin.Pirtûk :Ji dema derbas  bûyî û weke îro/Nisèbîn ,Rûpel:5.edeÊdî moralê min xerabû. Min xwe amede kir û wesayîtek peyde kir û hatim malbat jî min sitand û em çûne gûndê kelha  Bunisra. ..Wek her derê Bakûr û welat rêçkâ Kelha Bûnisra jî şosef bû. Bê zift bû lê gelek astengî nebûn. Dema em gihiştin Girnewas min şanî zarokê da û min ku evder cîyê mîrê cineye.Piştre Bawer ne û Gurî dihat. Ji kelha payîtext wirde mezra Hopê, kêlekâ mala Etman,kelha serê ava spî û berdewam dibin heta Mîdyad û Estel.Çaxê em gihiştin bi miqabilî Keleha Bûnisra ew dem û dewranê berî 1980 ‘yî heta ber çavê min.wesayît derbas nedibû binya gûnd. Di navbenda Gûnd û rêçkâ ku em têre hatin ava çemê Bûnisra hebû. Pire ji kevir û kilsê gûndîye ava kiribûn em di ser pirêde derbas di bûn û di çúne Gûndê Dîrokî. Min di Romana xweyî “””JI KELEHÊ BANGA AZADÎYÊ”””bi Tirkî( Kaleden özgürlüğe sesleniş )çîye û ne çîye min anî ye ser ziman û min nivîstîye.Cîyê dayîke dilovan ku jîyane xwe ji dest dabû em liwir daketin.Dema em daketin ez jiber xwe Ketim xeyalê kûrde.Ez di cîyê xwede cemidî û mame sekinî. Bajovan firax daxistibun û limin meyze dikir ,ku mamoste çi bû? Ez nûjen bi xwe hatim.Min perê wî dayî yê û me xatir bi hevdû xwest ew vegerîye bajêr.Ez Ketim xeyal û dewranê Kevin, mîne seydayê qedirbilind Ehmed’ê Xanê, di çar xetê helbestê de dibêjê .Teskîn diket ev nigîn dilê jar.Demdem ku Didem di çeşmê xûnbar.Zînhar eger dibey nigînê.Zû bîneve bo mi dil’hezînê.Pirtûk : Mem û Zîn.Rûpel :438Weşanxane:Nûbihar.Şîroveker:Perwîz Cîhanî.Piştî çend deqîqe ez bi hişê xewe hatim û me xwe da hevdû û hêdî hêdî em meşîn bi ber âlîyê Kelha Dîrokîve.Min ku zarokno em biçin ser cebanê bav û kâl û dayîk û pîrike fatîhakê bi xwînin û em derkevin gûnd çawa ye? Gotin başe. Em derketin ser mezel û me fatîhe xwend û me berdewam kir çûne gûnd, dema xwarz û nase em dîtin bi dil xweşî hatin em pêşwazî kirin. …Kelha Bûnisra tim dû wextê salê himbêz dikê. Dema ku ketin ber sînga wê de Bihar û Havîn bi hevre şirîkê wext bûn.Ber êvar kî em gihiştin male bavo. Dema em dîtin mîne gule ku mirov av bidê geş bû. Lê jibon ku dayîke dilovan ne li cem bû her tim xemdar bû. Em çûne destê wî û me li hâl û wextê wî pirsî. Dema nevîyê xwe dîtin bankire wa û wa himbêz kir.Piştre keserek veda û ku ji male Xwadêre neha pîrke we saxbune. Dema wisa got em tevde xemgîn bûn û zaroke li hevdû meyzekir.Ku biburin xanî hinekî tevlî hevdû ye û kâ em derbasî xanî bibin..Em derbasî xanî bûn û xanim xan serdor dayî hevdû û jibon me xwarin çêkir,min jî piştgirî dayî yê û me sifre danî. Me tevde şîv xwar û ku ezê biçim camîyê nimêj bikim û werim.Zû hat me jî amedekarîye mêvane kir û dema hat ew û çend hevalê wî tevde hatin.Dema hatin û ez dîtim gelek kêf xweş bûn û me li hevdû pirsî. Gotin bavo ku çavê te bi ronîbê, wî jî ku malî ava,erê wele gelek baş çê bû ku min vê carê jî nevîyê xwe dîtin.Di wextekî kinde gelek gûndî û nasê me hatin.Bavo ku ev heye çar sal ku halo mêvan ne hatine. Mirovekî ku mamoste tu li kújan bajarî di xebitê? Min ku ez neha li hereme Zozanim lê piştî çend heyvê dîtir ezê dakevê deştê. Gûndî ye kî dîtir ku hûn nikarin werin vêdê? Dema wisa got bavo bersiva wî da. Ku na gidî, bere durî fesadîye vadera bê. Êdî ew xal hate girtin û bahse serpê hatî yê xwe kirin,min û xanim xan jibon wa xizmet dikir.Wext bu dereng û civak belav bû, bavo bankire kekê sê yem.Ku sibe em dadiketin nav baxçe  (Rez, dahlê )hevurekî qelew li malê bi hêle û sibe bîne şer (bi gúrên)jêke û bere pîrek xwarineke xweş çê bikin û em tevde bi xwún. Bere ên bajêr jî werin. Keko ku temam. Em jî raketin û bavo serê sibehê xwe berda nav rez.Me jî xwe amede kir û em daketin nav baxçe.Newala kelha Bûnisra ji alîyê fêkî de gelek dolemende. Perteqale wahnşînton ne tê de, bê li ser erda Nebî Silêman çi fêkî heye, li Newala Kelha Bûnisra peyde dibê. Xanim xan û jine taştê amede kirin û min jî zarok li nav rez hinekî gerandin.Dema em di gerîyen em leqa yî bavo bûn. Adan xilas kiribû û jibon me xeyar, hejîr, xox,teraqî, erik,sêv û hwd dabûn hevdû û xistibûne selike qesebî û dayî dest min,lê di destê wî de şimamok hebû anî xiste destê nevîyê xwe. Em tevde hatin binê darê ku cîyê ku Malbat lê di rûnişt.Sifre amede bû û ziryeta bavo tevde liwir amede bûbun, min ku bavo,ku kerem bike lawo. .Min ku maşelleh tûxmê te tevde li virin, ku raste, lê. …..Temam nekir wî bêjê, bê dayîke te ne livire. …Zanim jibon ku ez xemgîn nebim temam nekir…..Wext bâlkêş û rind bû. Malbat hatibû cem hevdû. Dayîke dilovan kêm bû ji malbatê. Zilam civake cûda danîbun. Jin û xwîşk û xwarzîye piştgirî dida hevdû. Amedekarîye mewlude şerîf dikirin.Bavo bankire kekê sêyem ku hevûr şer jêke. Keko kêra xwe tûj kir û bankire dû xorta û hevurî lingê wî û çavê girêdang û liser xwend û di gûhê wî de bangda û gûrand.Min zarok jê dûr xistin jibon ku ne bînin û ne tirsin. Piştre werîs avêtin lingê paşve û daleqandin û ji eyar kirin û piştre goştê wî hur kirin û ên nerm û hestî ji hevdû derxistin û teslîmî kebanîye kir.Bavo ku te goşt hûr qut kir ne wisa, ku belê. Ku aferin,te başkir goştê ku hur bê bi berekete.Piştre sifrîyek anîn û surehîyek şerbet, hinek savar,birinc,xwê û şîşek lewanta danîn ser û ser girtin û danîne cîyê ku mewlude şerîf lê bê xwendin. Bavo ku seyda  (mele ) nehat?keko ku haxte bê, piştî çend deqîqe seyda jî hat û silav da û bavo ku kerem bike seyda. Xwîşke mezin hinek ji xwîne hevurî liser pê çavê zarokà dabû, zarok jî bi hevdû di kenîn. ..Seyda runişt û dest bi xwendine mewlûda şerîf kir û bi Kûrdî xwend. Serê awil ku;Bîsmillahîrahmanîrrahîm..””Xwada û melaîketên xwe li ser Nebî selatan didin.Ey ên ku îman anîne;hûn jî selàt û selaman li ser  (Mu’hemmed)bidin””Û halo dest pê kir..Em bidin hemdê Xwedê ey musliman daye me peyxemberê axîr zeman.Ew xudayê go hîdayet daye me, Nî’meta xweş dînê Îslam daye me.Nî’meta ji her nî ‘metê xweştir ev e.Minneta ji her minnetê mestir ev e.Go me îman aniye bi Rebbê ‘ezîm .Em mûşeref bûn bi Qur ‘ana Kerîm.Ey Xwadayê xaliqê erd û  sema,Tu nehêlî ummeta ha der xema..Pirtûk :Mewlûda Nebî.Nivîskar -wegerevan:şêx Muhemmed Emîn El Heyderî.Rûpel :6Weşanxane :Şîn. ..Seyda Mewlûd xilas kir û şerbet û tiştê ser sifrîyê jibon civakê îkram kirin.Piştre xwarin hat û tevde xwarin.Pişt xwarinê re fatîhe xwendin û çayê hat û peyde fêkî hat. Hêdî hêdî em ber êvarî de di çûn. Seyda rabû û xatir xwest û ku ser xêrê bê Mewlûda şerîf. Xwadayê mezin û dilovan qabûl bikê û bavo hinek tiştin danê û çû. .Malbatê jî hêdî hêdî xwe dane hevdû û em derketin gûnd û ên ku ji bajêr hatibûn xatir xwestin û ew jî çûne mala xwe. .Roja dîtir min gote bavo ezê biçim Hazexê, ku îro meçe sibe biçe, min ku başe… Berdewam dike…  

Nerîna min :