FlaşPolîtîk

Şanda Îmralî serdana Bahçelî kir..

Şanda DEMê ya Îmralî serdana serokê MHPê Devlet Bahçelî kir. Her çiqas bal li ser amadekariyên qanûna çarçoveyî ya ku di çarçoveya vê pêvajoyê de were derxistin be jî, ev serdanek balkêş û giring hate nirxandin.

Endamên Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li parlementoyê serdana serokê MHPê Devlet Bahçelî kirin. Civîn di saet 12:00an de dest pê kir.

Şandê rojek berê bi Cîgirê Serokê AKPê Efkan Ala û Serokê Koma Parlamentoyê ya AKPê Abdullah Guler re civiyabû.

Eve demeke hinek berpirsên DEMê û hinek jî, ji berpirsên Qendil bi mebesta ku hukumet di derbarê pêvajoyê de gava navêje gazinda dikin. Lê tê zanîn ku, ewên gazinda dikin û hewldidin bi awayekî xwe bidin nişandan ku, ev jî tevlî pêvajoyê ne yan di pêvajoyê de xwedî gotinin, di rastiyê de gelek ji pêvajoyê ne memnunin. Lê kesek newêre helwesta xwe rastî bêje.

Pêvajo ji aliyê dewletê ve li gora bernama dewletê û hinek dezgehan tê rêvebirin. Tu bandora van kesên bayana didin tuneye.

Back to top button