Polîtîk

Serokwezîr karê Konsulusên Çînê li Kurdistanê bilind nirxand

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 04.03.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Tan Banglin konsulê giştiyê Komara Çînî ya Milî li Herêma Kurdistanê kir ku bi minasibeta bidawîhatina karê wî li Herêma Kurdistanê serdanan Serokwezîr kir bû.Banglin got ku ew kêfxweşe di nava van çend salan de wî weke konsulê giştyê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê kar kir û tekîd li ser xurtkirina dostîniya navbera her du gelên Kurdistan û Çînê kir.  Wî sipasiya xelk, hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê kir ku di dema karkirina wî de alîkarî û hevkarî pê re kiriye û ji kar û çalakiyên wî re hêsankarî kiriye. Benglin hêvî xwest ku têkeliyên Kurdistan û Çînê di hemû waran de, bi taybetî di warê bazirganî û sermayerazandinê de, zêdetir pêş bikevin.Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên baş yên konsulê giştiyê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê ku, bandoreke mezin li ser zêdetir pêşvebirina têkeliyên her du aliyan hebû, bilind nirxandin û hêvî xwes di karê xwe yê nû de serkeftî be. Barzanî ji mêvanê xwe re tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hevkarî û hevahnegiya bi konsulê nû yê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê berdewam be.Serokwezîr diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran de, bi tyabetî di ware abûrî, bazirganî û sermayerazandinê de têkeliyên xwe bi Komara Çînê re zêdetir ber bi pêş bibe.Çend pirsên girêdayî bi rewşa herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên din yên dîdarê her du aliyan bûn. 

Back to top button