Esed: Çûyina Hêzên Şeibî bo Efrinê normal e

Li gora nûçeyeka Rûdawê, Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ragihand, çûna hêzên ser bi hikûmetê ve bo nava herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tişteke asayî ye û tekez kir, ku li Efrînê dagîrkeriya biyanî heye.Di demekê de ku êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê bo ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê di 44mîn roja xwe de berdewam bûn, Beşar Esed îro Yekşemî 4ê Adara 2018ê di daxuyaniyeke çapemeniyê de derbarê rewşa herêma Efrînê de axivî.Esed behsa çûna Hêzên Şeibî yên girêdayî hikûmeta Sûriyê bo nava Efrînê kir û got, “derbasbûna Hêzên Şeibî bo nava Efrînê tişteke asayî” ye û tekez kir, “dema ku dijminkariyeke biyanî hebe, asayî ye ku hemû pêkhateyên ciyawaz tevî hemû alîgiriyên ciyawaz yek bigrin.”Esed diyar kir, “yekgirtina pêkhateyên Sûriyê pêwîst e, di demekê de ku Artêşa Erebî ya Sûriyê li cihên din mijûlî şerê terorîstan e.”Serokomarê Sûriyê amaje bi operasyona artêşa wî welatî bo ser devera Xûteya Rojhilat li derdora Şamê jî kir û got, operasyonên hêzên wan li Xûteya Rojhilat dê berdewam bin.Beşar Esed îdia kir, ku operasyonên hêzên hikûmeta Sûriyê li Xûteya Rojhilat, biryara agirbestê ya Encûmena Asayişa Navdewletî binpê nakin.Li ser pirsa derbarê tohmetên bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê hêzên wî welatî ve, Esed got, îdiayên bi karanîna çekên kîmyayî ji aliyê hêzên hikûmetê ve tenê hincet in.

Nerîna min :