Civak

Hikûmet: Serhildan redkirina sitem û diktatoriyê bû

Hikûmeta Kurdistanê di peyamekê de 27saliya serhildana mezin a başûrê Kurdistanê li malbatên şehîdan, pêşmerge û tevaya kurdistaniyan pîroz dike û dibêje ku, serhildana adara sala 1991ê derbirîna xwestek û îradeya gelê Kurdistanê bû û retkirina sitem û diktatoriyê bû, bi qurbanîdana pêşmerge, gel û yekrêziya aliyên siyasiyên Kurdistanê serweriyek û serkeftinek mezin hat bidest xistin.Ev li jêr teksta peyama hikûmetê:Cemawerê serbilind û xweragirê KurdistanêDi bîranîna bîstûheft saliya serhildana bi rûmet û mezin li adara sala 1991ê, em gerimtirîn pîrozbahiyan li malbatên serberzên şehîdan, pêşmergeyê mêrxas û tevaya kurdistaniyên ezîz li navxwe û derveyî Kurdistanê dikin.Serhildan derbirîna xwestek û îradeya gelê Kurdistanê bû, retkirina sitem û diktatoriyê bû. Bi qurbanîdana pêşmerge, mandîbûna kurên gel û yekêtî û yekrêziya aliyên siyasî, pêkhate, çîn û katagoriyên Kurdistanê, mezintirîn serkeftin û serwerî qeyd kir. Her ew canê xweragirî û berhingariyê jî bû ku piştî serhildanê û heta niha çendîn astengî, pîlanên şerxwazaneyên terorîstan û nahezan pûç kirine.Kurdistaniyên ezîzXebat û xweragiriya we ji bona bidestveanîna azadî û jiyaneke bi serbilindî bû ku, hêjayî dîroka dêrîn, qurbanîdan û mandîbûna we be, daxwazên we yên adil jî li Îraqa Federal de mafekî xwezayî, dadperwerane ye û pêkvejiyana bi aşitî û şeraketa rasteqîne, tewafiq û rêzgirtin li destûr, bingeha avakirina Îraqa nû ye ku mafê tu pêkhateyan tê de neyê binpêkirin û tu pêkhate û hêzeke nû bi yekterefî îradeya xwe feriz neke.Serhildan û şoreşên li dijî desthilatên xweferizker yên berê li Îraqê, nîşana wê rastiyê ne ku mistehîle tu hêzek bikaribe daxwaz û îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan, rûmet û azadiyê pişt guh bixe . Îraqeke bi îstîqrar û xweşjiyan bi sîstemeke saxlem a demokratîk û federal ku destûr tê de parastî be û şeraketa rasteqîne û mafên rewayên hemû pêkhateyan parastî be, bi cî tê. Hemû ew karesatên bi dehan salan rastî Îraqê hatine, ji ber bîr û bernameya xweferizkirina rijêmên statuberist bûn ku tevî jinavçûna wan rijêman, Îraq û gelê wê jî baceke giran li ser da.Kurdistaniyên xweştivîÇavkaniya canê xweragirî û berxwedana we ya aştîxwazane, eynî çavkaniya canê serhildanê ye û heta gelê me digehe hemû mafên xwe yên adil ev moral û îrade berdewam dibe. Wezîfeya parastina destkeftiyên serhildanê, berpirsiyariya tev alî, çîn û kategoriyên gelê me ye. Em bi bawer in ku moral û berxwedana we ji hemû astengî û pîlanan bihêztir e û bi hev re em dikarin bi ser hemû pirsgirêkan û keleman da zal bin û ber bi paşerojeke geş gavan pavêjin.Bila serhildan enerjî û îradeyeke zêdetir ji bona yekrêzî û berxwedana bi me bi bexşe.Bilind û bi rûmet be bîranîna serhildana mezin a adara sala 1991êSilav li cane paqijê şehîdên serhildan û tevaya şehîdên KurdistanêCivata Wezîrên Herêma Kurdistanê04.03.2018

Back to top button