HevpeyvînVîdeo

Eger em bêhêvî bûn emê bi eşkere li gel gelê Kurdistanê gotûbêj bikin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Heta niha jî em ne bêhêvî ne û em dibêjin rê heye em pirsgirêkan çareser bikin, lê eger em bêhêvî bûn emê bi eşkere li gel gelê Kurdistanê gotûbêj bikin.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Encûmena Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê saz kir û di civînê de diyar kir ku Parlamentoya Iraqê bêyî beşdarbûna fraksiyonên Kurdî yasaya butçe ya Iraqê pesend kir û got: “Ji ber ku pişka dadperwerî ya Kurdistanê di butçeyê de nehate cîbicîkirin gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê pir nîgeran in.”Nêçîrvan Barzanî li ser helwêsta Herêma Kurdistanê ya li hember çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê eşkere kir: “Helwêsta me nehatiye guhertin û em dixwazin pirsgirêkên li gel Bexdayê bi riya diyalogê werin çareserkirin.”Herwiha diyar kir: “Piştî gotûbêjkirina li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê emê biryara xwe bidin.”Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser navbeykariya welatên derve bo çareserkirina pirsgirêkan da zanîn: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kîjan alî navbeynkar be em pêşwazî dikin.”Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Iraq li ser esasê şîrîkatiyê hate damezrandin û got: “Di destûrê de mafê hemû pêkhateyan hatiye garantîkirin. Lewma destûr riya hemû çareseriyan e.”Bexda ya me ye jî Serokwezîr Barzanî destnîşan kir: “Iraqa ku me piştî 2003yan didît û Iraqa niha ne heman tişt e. Eger mafê pêkhateyeke mezin pêk neyê misogereke ku Iraq bi seqamgîr namîne. Bexda pabendî pirensîbên şirîkatiyê nebû. Bexda ya me jî ye. Çima ew wisa bifikirin ku Bexda tenê ya aliyekî ye? Meseleya butçe tenê ne pere ye, mesele ew e ku wan prensîbên şîrîkatî û li hevkirinê têk dan. Em ji vê yekê nîgeran in.”Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Heta niha jî em ne bêhêvî ne û em dibêjin rê heye em pirsgirêkan çareser bikin lê eger em bêhêvî bûn emê bi eşkere li gel gelê Kurdistanê gotûbêj bikin.”Herwiha eşkere kir: “Me bawer dikir ku di çarçoveya destûra Iraqê de ji bo gelê Kurd dê siberojeke baş hebe lewma em çûne Bexdayê.”Nêçîrvan Barzanî li ser hewldanên Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî pirsgirêkên mûçe û firokexaneyan diyar kir: “Li Davos û Munichê me li gel Serokwezîrê Iraqê civînên giring pêk anî. Me xwest destpêkê em pirsgirêka mûçe û firokexaneyan çareser bikin”Barzanî li ser diyarkirina roja hilbijartinan eşkere kir: “Ji bo diyarkirina roja hilbijartinan pêwîstî bi guhertina yasayan heye û di demeke nêzîk de emê li gel aliyan bicivin û roj diyar bikin.”Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Eger ez rayedarên Amerîkayê bibînim ezê bipirsim ka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi hêz a ku ew dixwazin ev e?”https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/1743474892414973/?t=0

Back to top button