Civak

Kesek azadiyê radest nake divê werê destxistin

Serok Barzani bi minasebeta salvegera raperina sala 1991ê ji bo gelên Kurdistanê daxûyaniye belav kir. Di daxûyaniya xwe de Barzani dibêje: Maf û azadî nayê bexşîn  belku divê bi dest bêxistin.Daxûyaniya serok Barzani:Bi navê xwedayê mezin û dilovanLi bîst û heftemîn salvegera raperîna xelkê Kurdistanê de hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên rêya azadiya gelê me û silav li Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê.Raperîna bihara 1991 sembol û hêmaya xwe bi dest ve nedan û qebulnekirina zulm û dagîrkeriye, destkeftên wê rûdana mezin diyarin û raperîn pendekî giranbihaye ye ji bo me hemûyan ku maf û azadî nayê bexşîn belku divê bê bi dest xistin.Ewê bi navê pesendkirina bûdce li 03.03.2018 li Parlemena Iraqê da rû da bi rûnî pêkhatibû ji binpêkirina şeraket û tewafuq û tewazun û bingehên destûr û çewsandinekî plan darêjkiriya gelê Kurdistanê. Hêvîdarim ev helsukeft gelek ji rastiyên xwe ji bo navxweya Kurdistan û derve eşkere kiribê û bê zanîn ku gelê Kurdistanê li gel çi eqliyet û ferhengek terefe. Dema ewe hatiye bersîva wan kirdarên parlemena Iraqê da hemû aliyên Kurdistaniyan pêkve kom bibin û biryarekî guncaw û hevbeş bidin.Li salvegera raperînê da pêzanînên min ji bo xelkê Kurdistanê heye û pir bi dil spasiya wan dikim ku li beranber abluqe û guşar û dagîrkeriyê da bi serbilindî û xweragirî û bi îradeyekî polayîn rawestane.Mesûd Barzanî04.03.2018

Back to top button