Civak

Qurbanuya şerê li Efrinê sivîlin

Eve 46 rojin Efrin armanca êrîşên Tirkiye û Artêşa Azad a Suriye ye. Di van 46 rojan de Tirkiye sinorê Efrinê yê dikeve li ser Tirkiye bi temamî kontrol kiriye û hewl dide ku dora Efrinê dorpêş bike û bikeve nava Efrinê.Di vî şerî de hêjmara kuştiyên Tirkiye û HSD didin ne rastin , bi awek propagandeyî her du aliyên şer nûçeyan diweşînin. Lê li Efrinê rastiyek heye ku xelkê sivîl dibe armanca êrîşa jin û zarok jî di nav de gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, bi hezaran sivila ji dev malên xwe berdane cardin koçber bûne. Bi gotinek din qurbaniyên vî şerî xelkê sivîlên Kurdistanê ne. Kurd cardin ji cih û warên xwe koçber bûne. Efrîn di aliyê siruştî de tehrib bûye.Gundên derdora Efrinê piraniya wan vale bûne. Li gora nûçeyan rêya Efrin û Raco hatiye qut kirin. Tirkiye bi balefiran êrîş dike û bi vê yekê jî gelek cihên sivîl dibin armanc.

Back to top button