Serokwezîr digel cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê dicive
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê, roja duşemê 15.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel John Sullivan cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê û şandeya balaya pê re ku ji General Migo Vadel alîkarê serokê desteya Erkanîya Hevbeş, Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê , Steve Fagin Konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û çend berpirsên din yên diplomasî û leşkerî pêkhatibû, civiya.Di civînê de, Sullivan, serkeftina pirosesa hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û serkeftina pêşmergeyê Kurdistanê bi ser DAÎŞê de, li Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê pîroz kir. Şandeya mêvan piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê tekîd kir û daxwaz kir ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan û hevkariya eminî û aborî berdewam be.


