Polîtîk

Serokomarê Îraqê divê kurd be

Duhî çavkaniyek bi navê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê bi mebesta şermezarkirina helwêstên hin aliyên şoven ku di wan rojên dawîyê de li Bexdayê de hatine raberkirin, ev daxuyanî belav kir.

Di demekê de ku gelê kurd li Kurdistanê de weke birayên xwe yên din li deverên din yên Îraqê  mijûlî şahiyên pîrozbahîkirina serkeftina prosesa hilbijartinên parlamentoya Îraqê ne, hinek aliyên şovenîst û paşmayiyên rejîma Besê hewil didin ku hin pîwanên destûra bingehîn ya Îraqê, ya ku li ser esasa demokratîk û fedralîzimê de hatiye amadekirin, berûwajî bikin û bi vî awayî cudatî bixin navbera gelên Îraqê.

Ev helwêstên han û bihêzkirina hêzra şoven nîşaneya zîndîkirina rejêma diktator a Besêye, her çende rejîma Besê, ji bo bidestxistina armancên xwe, siyaseta bierebkirin û komkujiyan jî li dijî gelê Kurd cîhbicîh kir lê di encam de nikarî  serkeftinê bi dest bixe û di dawî de rastî şikestxarin û jinavçûnê bû.

Niha jî destûra Îraqê nasnameya siyasiya Îraqê û  pergala siyasî ya Îraqê pir bi eşkere diyar kiriye, di madeya 14ê a vê destûra han de ku, zêdetirî ji %80 welatiyên Îraqê dengê xwe pê daye, hatiye gotin ku; tevahiya gelên Îraqê, bêyî cudatiya olî û neteveyî yeksan û wekhevên.

Di madeya 68ê a destûra han de jî mercên berendametiyê bo serokomariya Îraqê hatine diyarkirin. Di xala han de bi tenê merc eve ku bav û diyîka berendamî/ê pêwîste îraqî bin, di xala han de ti merc anjî ti pîwaneke neteveyî nehatiye destnîşankirin.

Mixabin di wan rojên dawî de hinek alî bi şaşî destûra Îraqê tefsîr dikin û dibijên: pêwîste serokkomarê Îraqê ereb be û nabe ti kurdek bibe serokkomarê Îraqê ji ber ku ev yek li dijî nasnameya erebî ya Îraqê ye.

Serokatiya Kurdistanê careke din diyar dike ku ew girêdayî bi destûra bingehîn a Îraqê ne û bêyî ti cudatî bi aliyên din yên Îraqê re, dixwaze bi birayên xwe  din yên li Îraqê re bijî, lewre em di vê baweriyê de ne ku ev daxuyaniyên han li dijî pîwanên destûra bingehîn a Îraqê ne.

Em weke serokatiya Kurdistanê baweriya me bi yeksanî û wekheviya tevahiya gelên Îraqê heye, lewre careke din tekîd  dikin ku, Celal Talebanî ji bo Serokkomariya Îraqê berbijarê me ye.

Em weke serokatiya Kurdistanê careke din tekez dikin ku rêya herî baş ya ji bo çareserkirina kêşeyên heyî destûra bingehîn û madeya 140 a destûra Îraqêye.

 

Back to top button