Bi hevre strana “ Welatê Min“ gotin
Berlin – Di çerçova fuara Turizmê ya navnetewî li Berlinê ya 44. Wezîrê rewşenbîrî û Turizmê yê Tirkiye li Almanya bû. Koma muzikî ya bajarê Antakya li Dêra Firensî ya li Berlinê (Französischer Dom) konserek da. Di vê konserê de Şivan perwer jî amade bû. Herweha li gel wezîrê rewşenbîrî yê Tirkiye Ertugrul Gunay, sefîrê Tirkiye yê li Almanya Ahmet Acet û parlementerê Ak-Partî yê Diyarbekir Abdurrahman Kurt jî amade bû.
Di beşa dawî ya konserê de, Wezîrê rewşenbîrî yê Tirkiye Ertugrul Gunay, Sefirê Tirkiye yl li Almanya Ahmet Acet, serokê parlementoya Almanya yê Kevin Rita Süssmuth, valiyê Antakya Ahmet Kayhan û serokê şeredariya Antakya Lutfu Savas derketin ser sahnê li gel koroyê strana “ Welatê Min“ gotin. Ev stran li gel Şivan Perwer gotin.
Wezîrê Rewşenbîrî Gunay di vê derbarê de got: “ Şevek gelek baş pêkhat me li gel Şivan stran got“ Şivan jî got: “ Ev welat yê me tevaye û ev jî stranên me teva ne , elbet ezê bistrînim“ Herweha Şivan got ku, ezê demek nêzik herim Tirkiye.