Polîtîk

Erdogan: Kirasê Tirkiye teng bûye

Stanbul – Dezgehê Karsaz û pişesazên Tirkiye (TUSAD)û Komela Karsazên Kore,  bi hevre formek hevbeş çêkirin.  Serokwezîrê Tirkiye Erdogan jî mêvanê vê formê bû.Erdogan di formê de axaftinek kir. Erdogan di vê axaftina xwe de behsa rojeva siyasî ya Tirkiye kir. Erdogan got ku, gurubek xwedî îmtiyaz li Tirkiye naxwazin  tu guhertin çêbibe, ji ber ku guhertin berjewendiyên wan têk dide.

Di berdewambûna axaftina xwe de Erdogan got: “ Em dixwazin vê statukoya heyî biguherin û şûna statukoyê demokrasiyê bînin û hukukê serdest bikin. Hinek insan li himber guhertinên çêdibin berxwedidin astengan peyda dikin. Tirkiye vêca xwe diguherê û kaşûlê xwe yê kevin tavêje.“

Erdogan ji karsazan re got: “ Guhertin ne hesaniye. Li hemi deverên cîhanê hinek dijê guhertinan berxwe didin. Ji ber ku ev guhertin berjewendiyên grubek kiçik ji wan distine û ew jî dixwazin vê pêvajoyê bisekinînin û astengan peyda bikin da ku prosesa guhertinê sernekeve. Lê hêdî ev kiras li Tirkiye teng e“

 

Back to top button