Polîtîk

Barzanî serxweşiyê li malbata dîrokzan Lazarev kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Malbata birêzê xwedê jê razî Profesor Mîxaîl Sîmînovîç Lazarev

 

Silav û Rêz

 

Gelek mixabinî me nûçeya koça dawiya Profesor û Kurdnasê bi nav û deng Mîxaîl Sîmînovîç Lazarev bihîst. Ez serxweşiyê li xwe û hemû Akademî, nivîskar û dîroknasên Rusyaya Federal û Kurdistanê dikim.

 

Mamostayê xwedê jê razî bi dirêjahiya temena xwe de li rêya nivîs û lêkolînan ve xizmeteke mezin ji bo gelê Kurd kiriye û dîroka wê ji tûnebûnê rizgar kiriye. Ji bo wê yekê jî koçkirina xwedê jê razî ziyanek bû ji bo gelê me û bi warê Kurdnasî û xizmetê de herdem li ber çav dibe.

 

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ku eve xemgîniya malbata we ya dawî be û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê‌.

 

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11/03/2010

 

Back to top button