Polîtîk

Lîsta Malikî:Serokkomarî ji bo kurdan e

 

Berpirsekî lîsta Îtilafa Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî yê bi navê Welîd Elhillî ragihand, ku ewên dixwazin postê serokatîya komara Iraqê ne ji kurdan re be, şovenîst in û nabe ku ev bîr û bawerîyên weha di Iraqa nû de hebin.

Welîd Elhillî ji ajansa Eswatuliraq re da xuyakirin, ku Mam Celal Talebanî herdem parêzerê yekîtîyê û yekbûna navbera hemû pêkhatên Iraqê bûye.
Welîd Elhillî got: “ Mam Celal Talebanî hiştiye ku yekîtîya Iraqê xurt bibe. Partîya Dewe ya bi serokatîya Nûrî Malikî û lîsta Îtilafa Dewleta Qanûnê jî, li dijî wan kesan in, ewên ku dixwazin Mam Celal ji posta serokatîyê dûr bixin.

Serokê komara Iraqê Celal Talebanî di nava 2005-2006 de serokatîya veguheztîya desthilatdarîya Iraqê kir û piştî encamdan prosesa hilbijartinan jî, bû serokê Iraqê û çar salan serokatî kir.

Back to top button