Polîtîk

Daxûyaniyek ji komîta bilind a hilbijartinan

Li gora amarên komisiyona bilinda hilbijartinan, rêjeya giştîya beşdarbûnê ji %62.40 bûye û ji koma 18 milliyon û 600.000 dengderan bûye. Ango dibe 12 milliyon dengder.
Her li gora amarên vê komisiyonê li Baxdadê 2 milliyon û 575.000 kesan dengên xwe dane.
Amarên vê komisyonê didin nîşandan, ku li Duhokê rêjeya beşdarbûnê ji %80 bûye, li Hewlêrê ji %76 bûye, li Silêmanîyê ji %73 bûye, li Kerkûkê ji %73 bûye, li Neynewa ji %66 bûye, li Dîyala ji %62 bûye, li Enbar ji %61 bûye, li Baxdadê ji %53 bûye, li Babil ji %63 bûye, li Qadisîyye ji %62 bûye, li Musenna ji %61 bûye, li Zîqar ji %60 bûye û li Besra ji %57 bûye.
Dabeşkirina kursîyan jî dê weha be: dê 310 kursî bi ser parêzgehan de bihên dabeşkirin û dê 15 kursî jî, ji bo qerebokirinê bin.
Dê kursîyên parêzgehan jî weha bihên dabeşkirin: li Baxdadê 68 kursî, li Neynewa 31 kursî, li Besra 24 kursî, li Zîqar 18 kursî, li Babil 16 kursî, li Silêmanîyê 17 kursî, li Enbar 14 kursî, li Hewlêrê 14 kursî, li Dîyala 13 kursî, li Kerkûkê 12 kursî, li Selaheddîn 12 kursî, li Necef 12 kursî, li Wasit 11 kursî, li Qadisîyye 11 kursî, li Meysan 10 kursî, li Duhokê 10 kursî, li Kerbela 10 kursî û li Musenna 07 kursî ne.
Pêdivê jî ye, ku ew hevpeymanîya bixwaze hukûmetê pêk bihîne, ji koma 325 kursîyan 163 kursîyên wê di nava parliyamentê de hebin.
Ew Iraqîyên ku li derveyî Iraqê jî bûn, milliyonek û 600.000 kes bûn û li 16 welatan belave bûn û bi evî awayî bûn:
–         Li Sûriya 42.965 dengder bûn.
–         Li Swed 36.932 dengder bûn.
–         Li Amerîka 27.754 dengder bûn.
–         Li Urdun 24.717 dengder bûn.
–         Li Îranê 23.554 dengder bûn.
–         Li Almaniya 19.474 dengder bûn.
–         Li Brîtaniya 17.873 dengder bûn.
–         Li Îmarat 16.036 dengder bûn.
–         Li Kanada 12.428 dengder bûn.
–         Li Hollanda 12.300 dengder bûn.
–         Li Awustraliya 12.068 dengder bûn.
–         Li Denmark 09.328 dengder bûn.
–         Li Turkiye 06.305 dengder bûn.
–         Li Misir 04.917 dengder bûn.
–         Li Libnan 03.787 dengder bûn.
–         Li Awustriya 01.579 dengder bûn.
Di bareya ewan skalayan (gilînameyan) de yên ku di evan hilbijartinan de hatin tomarkirin 600 gilîname di hilbijartina giştî de hatin tomarkirin û 300 skala jî, di hilbijartina taybetî de hatin tomarkirin. Li ser hilbijartina derve jî 160 skala hatin tomarkirin. 

 

(PNA)

Back to top button