Stockholm – Îro li Parlementoya swed guftogu li ser bûyera sala 1915-ê jenosîda li himber, Ermeniya, Asuriya û Kildaniye hebû. Piştî gengeşeyek dirêj, parlemetoya Swed çû dengdanê. 80 parlementerên Swed tevlî dengdanê nebûn. 130 parlementer dijêqebûlkirina ku bûyera 1915-ê wek jenosîd bête qebûlkirin dengê xwe dan. 131 parlementerî jî ji bo bûyer wek jenosîd bête qebûlkirin deng dan. Di encam de bûyera sala 1915-ê dewleta Tirk dijê Ermeniya,Asuriya û Kildaniya kirî wek jenosîd hate qebûl kirin.
Ji berî niha jî li Amerîka Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneratîyê, bûyera sala 1915-ê Tirkan li ermeniyan kirî wek jenosîd qebûl kir. Piştî vê biryarê, Tirkiye bani sefîrê xwe yê Amerîka kir. Niha jî Parlementoya Swed biryara ku ku bûyera sala 1915-ê dewleta Tirkan kirî wek jenosîd qebûl ki. Helwesta hukumeta Tirkan jî di vî warî de tê mereq kirin. Li gora agahdariya di piştî heftiyek din serokwezîrê Tirkiye Erdoga seredan welat; Swed bike, ihtimala ku ev biryara parlementoy; bandora xwe li hatin [ nehatine Erdogan bike geleke.