Polîtîk

Li Zangoya Dicle bîranîna Helebçe

Diyarbekir – Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, komkujiya Helepçeyê şermezar kir û kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Xwendekarên ku ji bo qurbaniyan deqek rêz girtin, dirûşma “şehîd namirin” berz kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li Fakûlteya Mîmariyê, ji bo komkujiya Helepçeyê bernameyeke bibîranînê pêk anîn. Di bernameyê de sînevîzyoneke ku ji wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hate nîşandan û pêşangeheke wêneyan hate vekirin. Xwendekaran ji bo qurbaniyan deqeyek rêz girt û dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Di dema sînevîzyonê de sitrana Şivan Perwer a bi navê Helepçe hate lêxistin. Piştî sînevîzyonê xwendekaran bi deqeyan rabûn ser piyan û li çepikan xistin.

Roja şemiyê jî dê li ber Fakûlteya Fen Edebiyatê ji aliyê xwendekaran ve li ser komkujiya Helepçeyê pêşandaneke şanoyê bê pêşkêşkirin.

 

Dilar Sewledar/Warvîn

Back to top button