Li gora nûçeya AA, Erdogan piştî civîna Lijneya Biryar û Rêveberiya Navendî (MKYK) ya AK Partiyê hat Nexweşxaneya Bajêr a li Enqereyê.
Erdogan vaksîna Kovîd-19ê li xwe xist û endamên MKYKê jî refeqeta Erdogan kirin.
– Ji Serokomar Erdogan parvekirina “Min vaksîn li xwe da”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku vaksîna Kovîd-19ê li xwe xistiye.
Erdogan di parvekirina xwe ya li ser Telegrama sepana medyaya civakî de goti “Min vaksîn li xwe da”.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê jî got:
“Di çarçoveya bernameya me ya vaksînê ya berdewam de heta nuha 254 hezar xebatkarên tendirustiyê doza berahî ya vaksînê li xwe xistin. Ez jî beşdar bûm û min vaksîn li xwe xist. Îşaallah di demeke kurt de em plan dikin vaksînê li hemî welatiyên xwe bidin. Ser xêrê be.”