Nadirov: Divê Kurd di her kar û xebatekê de alîkariya Serok Barzanî bikin


Nadir Nadirov ku wek kesayetiyekî xuya di nava Kurdên Sovyeta berê û Kurdên Kazaxistanê de ji aliyê siyasî û civakî ve tê naskirin, dibêje, Herêma Kurdistanê destkeftek e bo her kurdekî û divê Kurd di her kar û xebatekê de alîkariya Serok Barzanî bikin.

Nadir Nadirov kurê Hacî Nadir e û di zivistaneke sar û berf û baran de di meha yekê sala 1932an de jidayik bûye. Ew kesekî naskirî ye di nava kurdên Sovyeta berê û di nava Kurdên Kazaxistanê de.

Malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê KDP.info giringiyê dide kesayetiyên siyasî û naskirî yên Kurdan, nexasim Kurdên Sovyeta berê. Malpera KDP.info vê carê hevpeyvînek bi Nadir Nadirov re kiriye û di vê hevpeyvînê de Nadir behsa çend mijar û pêşhateyên siyasî yên Kurdan û navçeyê dike.

Malpera KDP.info: Ti rewşa Kurdan niha çawa dibîne?

Nadir Nadirov: Kurd niha jihev belav bûne. Hemû dibêjin em yektiya Kurdan dixwazin, lê dema tê ser rastiyê, xwe jê didizin. Yê ku xwe Kurd bibîne û dîroka Kurdan xwendibe, nabe xwe ji yekîtî û hevgirtin û tifaqa Kurdan dûr bixe.

KDP.info: Divê Kurd çi bikin ji bo ku êdî di nava dinyayê de bêdestkeft nemînin?

Nadir Nadirov: Helbet divê Kurd bêtir xwe birêxistin bikin. Nabe li cihekî ez bêjin Kurd im û li cihekî dijî berjewendiyên netewî û niştimanî yên Kurdan bim. Yê ku dibêje ez Kurd im divê alîkariya Kurdistanê û serokê Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bike, wê demê jî dê dê Şingal û Kerkûk û hemû navçeyên din jî vegerin ser Kurdistanê. Niha li herçar perçeyên Kurdistanê hewl hene ji bo tunekirina nasnameya Kurdan û bi rastî gef li ser cografiya Kurdistanê heye.

KDP.info: Niha statyoyeke Kurdan heye, ku Herêma Kurdistanê ye. Divê Kurd çawa li vê herêmê xwedî derkevin û çawa bergîriyê lê bikin?

Nadir Nadirov: Divê Kurd hemû şanaziyê bi vê herêmê bikin, ji ber ku herêmeke zimanê Kurdî û az û netewe û ala Kurdistanê tê de heye û divê em bergîriyê li wê axê bikin. Wek çawa hemû neteweyên dinyayê şanaziyê bi welatê xwe dikin, divê em jî şanaziyê bi van hemû pîroziyên xwe bikin.

KDP.info: Li Rojavayê Kurdistanê niha danûstandinên yekîtiya Kurdan hene û hinek pêngavên baş avêtine. Hûn vê pêngavê çawa dibînin?

Nadir Nadirov: Dema dibêjin 2 Kurd bi hevre rûniştine, ez gelekî dilxweş dibim. Lê divê encamên baş ji wan danustandinan derkevin. Rêkeftin di navbera wan de jî çêbibe divê were cîbicîkirin.

KDP.info: Niha Kurd li hemû dinyayê hene, em çawa karin destê wan bighînin hev û lobiyeke mezin bo Kurdistanê ava bikin?

Nadir Nadirov: Divê Kurd li hemû cîhanê destê xwe bidin hev û kar li ser encamên referandumê bikin û dengê xwe bighînin navendên cîhanê yên ku biryar di destê wan de ye, wek Kongrêsa Amerîka, û baweriyê li cem wan çêbikin ku mafê Kurdan heye û divê bighên mafê xwe.

KDP.info: Serok Barzanî hertim di xema yekîtiya Kurdan de ye û dibe alîkar ji bo ku Kurd yekîtiya xwe biparêzin û hemû pêşhatan de Kurd xwedî destkeft bin. Hûn vî karî çawa dibînin?

Nadir Nadirov: Serok Barzanî ji nêzîk ve nas dikim. Kesekî xemxur e û pêşmergeyeke mêrxas e û ji zarokatiyê ve pêşergayetiyê dike. Di çeperan de xema Kurd û Kurdistanê dixwe. Ew dilsozekî rastî yê hemû Kurdan e. Divê Kurd jî alîkariya Serok Barzanî bikin di hemû kar û xebatekê de, ji bo ku em dewletekê bo Kurdistanê ava bikin.

Nerîna min :