Nivîsar

Serokî guman revandin û hêvî bi cih kirin

 

Serokî guman revandin û hêvî bi cih kirin

Yekêtiya Lawên Demokratên Kurdistanê bi minasebeta 59 saliya damezrandina xwe, duhî li bajarê Hewlêrê, paytexta başûrê Kurdistanê,  şahiyek pêkanî. Di wê şahiyê de Mesûd Barzanî serokê Kurdistan amade bû û peyvek gelek giring pêşkeş kir. 

Di şahiya 59 saliya damezrandina Yekêtiya Lawên Demokratên Kurdistanê de ku, ez jî li wê şahiyê amade bibûm, serokê Kurdistanê tekîd li ser mijareke gelek giring kir ku, girêdayî paşeroja gelê Kurdistanê ye, serok di dawiya peyva xwe de  daxaz ji xurt û ciwanan kir ku baş guhê xwe bidin gotina dawiyê û got:

Daxazê ji we dikem careke din baş guhê xwe bidin vê gotina min; xwe ji bo paşerojeke geş amade bikin, înşaelah.

Her şiqas ev gotina serok Barzanî bi rêzkekê tê nivîsîn û hevokeke kurte, lê ew manayeke gelek mezin û berfireh didie, manya dewletbûna Kurdistanê dide, manya îlankirina Kurdistana serbixwe didie, wê manayê dide ku di demek nêzîk de dewleta Kurdistanê a serbixwe tê ragehandin. Bi vê gotiana xwe serok hêviyeke geş da tevaya gelê kurd.

Hema bêje di hemû hevpeyvînên xwe de, çi bi mediya cîhanê re be  yan jî bi mediya kurdî re be, serok Barzanî hertim dibêje ku, weke hemû miletên cîhanê miletê kurd jî mafê dewletbûnê heye û dê rojek bê ku dewleta swebixwe ya Kurdistanê jî bê avakirin.

Lê, duhî, serok Barzanî bi çend peyvên dawiya gotara xwe, em hişiyar kirin û bang li me kir daku em hemû ji bo pêşwazîkirina ragehandina dewleta Kurdistanê di demek gelek nêzîk de xwe amade bikin.

Ev heyamek bû, di mediya cîhanî, kurdî û mediya herêmî de, dihat gotin ku serokê Kurdistanê di Newroza îsal de dê dewleta Kurdistanê îlan bike, beşek din ji mediyayê digot ku disala 2012ê dewleya Kurdistanê tê ragehandin û piraniya dewltên cîhannê  jî piştgirya kurdan dikin.

Bi rastî mediyayê guman li ba min dirust kiribûn û gelek hizir di serê min da azirandibûn. Lê gotina serokê Kurdistanê, ew gumanên di serê min da hebûn revanidin  û hêviyeke geş û bihêz li ba min çê kir ku, di demek nêzîk de dewleta Kurdistanê li ser destê Mesûd Barzanî  tê ragehanin.

Li dawiya vê nivîsê ez jî dibêjim: Serok tu emir bike, em hemû amadene, pêşmergene û fedekarên biryara we ne. 

 

Nasrat Hacî

20.02.2012

 

Back to top button