Cîhan

Serokê Sosyaldemokratên Swêdê îstîfa kir

 

Serokê Partiya Sosyaldemokrat, Håkan Juholt, ji wezîfa xwe ya serokatiya partiyê Istîfa kir. Di şûna wî de sekretera partiyê Carin Jämtin dibe seroka berwext.

Håkan Juholt civîna xwe ya çapemeniyê li navendeke firoşgehan li bajarê xwe Oskars Hamnê kir. Gava Juholt hat cihê civîna çapemeniyê ji aliyê alîgirên xwe ve bi çepikan hat pêşwazî kirin.

– Ez weke sosyaldemokrat hatim dinê û ezê weke sosyaldemokratek bimirim. Seranserê jiyana xwe, ji sala 1976 ve, min hemû hêza xwe ji bo sosyaldemokratan bikar anîye, got Juholt.

Håkan Juholt, di vekirina axaftina xwe de got wî piştgiriyeke xurt ji partiya xwe hîs kiriye. Lê piştgiriya nava partiyê ne bes e.

– Diyar e ku ji derveyê partiya me piştgiriya ji bo rêxistina me gelekî kêm û qels bûye. Sebebê vê her weha kêmasiyên min bi xwe ne jî. Kêmasiya min çiqas mezin e, dê vê yekê lêkolînên pêşerojê nîşan bide. Piştî ku ez ji aliyê kongra partiyê ve sala çûyî hatim hilbijartin pêdiviya me bi destpêkeke nû hebû. Lê ev destpêk demek paşê têk çû. Niha li pêş me hilbijartinek heye, di sala 2014’an de. Ji ber vê yekê gereke em vê destpêka nû berdewam bikin.

Piştre Håkan Juholt gotina ku her kes li bendê bûn telafûz kir. Di bin protestoyên alîgirên xwe yên li Oskarshamnê ku bang dikirin ”na, na, na…” 

Juholt got:

– Ji ber vê yekê ez ji serokatiya partiya sosyaldemokrat îstîfa dikim. Ez naxwazim rêya ji bo destpêkeke nû ji bo sosyaldemokratan û ji bo Swêdê asteng bikim. Ez her weha amade me jî ku piştgirî û destekek ji dil bidim serokek nû ku partiya me hilbijêre.

Reaksiyonên destpêkê yên ji nav Partiya Sosyaldemokrat hinek xemgîn bû, lê kêm zêde hemû rêber û navdarên sosyaldemokrat xêrhatina biryara wî kirin.

Jens Orback, wezîrê berê yê sosyaldemokrat, li ser biryara Juholt ji televizyona Swêdê re got:

– Partiya Sosyaldemokrat di krîzeke mezin û kûr re derbas dibe. Pêwîstî bi serokek hebû ku karibe partiyê ji nava krîzê derxîne. Ji bo vê yekê Håkan Juholt hat hilbijartin. Lê piştre êdî xuya bû ku ji ber krîza li dora şexsiyeta xwe û şiklê rêberayetiya xwe, ew nikare partî ji krîzê derxîne. Beravajî vê, krîz bi hatina Juholt re kûrtir bû.

Håkan Juholt di adara sala çûyî de ji aliyê Kongreya Sosyaldemokratan ve hat hilbijartin. Wî bi gîştî 10 meh serokatiya partiyê kir. Bi vî re ew bû serokê herî demkin yê partiya sosyaldemokrat. (zayele)

 

Back to top button