Polîtîk

Komela Kulturî ya Kurdî kongireya xwe bi serkeftî bi dawî anî

Komela kulturî ya Kurdî 27emîn kongireya xwe bi serkeftî bi dawî anî

Swêd / Linkopîng: Li roja şemmîyê (2012-01-14) bi amadebuna seroka Federasyona Kumelên Kurdistanî li Swêdê (FKKS)  Şermîn Bozerselan û bi amadebuna endamên komeleyê kongireyê di demjimêr 13:50 dest pêkir.

Di destpêka komgireyê de,  peyva bi xêrhatinê ji alîyê birêveberê komela kulrurî ya kurdî  Hişyar Tovî ve hate pêşkêşkirin.

Piştre jî Komîteya birêveber ya kongireyê erkê birêvebirna kongirê girt sermilê xwe û desteya birêveber ya komelê hate hilweşandin.

Dîsan rapoerta kar û çalakîyên komela nav hatî ji alîyê berpirsyarê komelê ve hate xwendin. Herweha raporta darayî ji alîyê berpirs beşa darayê Hesen Huseyîn ve hate xwendin û paşî jî li ser herdo raportên sala 2011ê pisyar, rexne û têbînî hatine kirin û bersivên pirsên amadeboyan jî ji alîyê nunerên komelê ve hatine dan.

Di beşeka din ya kongireyê de reşnivîsa pêşniyarkirî ya peyrew û programê Civata Çanda Kurdî li Lînşopîng ji alîyê endamên kongireyê ve danûstandin li ser hate kirin û paşî li ser daxaza piranîya endaman reşnivîs ji bo zêdetir pêdaçun liser bê kirin ew reşnivîs jj bo demek din paşdexist.

Hêjayî danezanînê ye , piştî nîv demjimêra bêhinvedanê ev kesên ku navên wan li jêrin jib o desteya birêvebirna komeleya kulturî ya kurdî hatin hilbijartin.. 

1- Dilşad Peronî 

2- Hişyar Tovî 

3 – Hesen Huseyîn

4-  Dilşad Elyasî 

5- Yasîn Elyasî 

6 – Heme Kurdî

7- Necat Cîhad

8- Omer Ebdulstar 

9- Hemîd taha 

10- Îmad Mihemed 

Piştî bi dawîhatina kongireyê jî şevahengek ji bo amadebûyan hate sazkirin û aheng heta demjimêr 22:30 berdewam bu

Back to top button