Civak

Grûpeke nû di nav YNKê de ava bû

Hijmareke endam û kadiroyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Kerkûkê, li dijî kutle-kutleçîtiyê di nav rêxistinên YNKê de, grûpek bi navê Grûpa Rêxistina Azad li Kerkûkê, ava kir.

Grûpa nerazîbûnê le hember kutleçîtiyî û taximçîtiyê di nav YNKê de, bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragehand û ew grûp di daxuyaniya xwe de dibêje:

– Eve salek û nîve piştî kongreyê em li bendê bûn ku rewşa rêxistina YNK li bajarê Kerkûkê baştir bibe û  êdî berprisên bajêr  bi aqilê kutleçîtiyê digel endam û kadiroyan teserifê nekin. Lê mixabin fêde nekir, wan berprisan zêdetir dirêjî bi teserifên xwe de û kadiroyên xwe îhmal kirin.

– Em gihiştîne wê baweriyê ku qed kutleçî û berprisên bajêr ne di xema rêxistinên YNKê de ne û tu gav ji bo çaresrkrina aloziyên nav rêxistinê neavêtin. Ji ber hindê me biryar de ku grûpekê li dijî kutleçî û tximgeriyê bi navê Grûpa Rêxistinên Azad li Kerkûkê ava bikin.

– Me hemû rê girtin ber xwe, me li hemû deryan xist, lê mixabin tu kesî bersiva me neda. Bo me diyar bo ku YNK hemû pirensîpên hizbayetiyê ji dest dane û awayekî sîstema merkezî afirnadiye ku ev jî ji bona parastian desthilatên çende kesan e ku, dest ji Kerkûkê berdane.

Grûpa navborî di daxuyaniya xwe de diyar dike ku berpirsê melbendê rêxistinên YNK li Kerkûkê kutleyek ji xwe re çêkiriye û   ne politburo û ne jî serkirdeyên YNKê nikarin tu çalakiyekê li bajêr encamp bidin.

Back to top button