Serokê Serhildana Neteweyî yê Koçgiriyê Nûri Dersîmî…

Lê di Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê de ji bona serxwebûna kurdistanê minaqeşeyeke dijwar heye. Beşek endamên cemiyetê di çarçeweya Împaratoriya Osmanî de dixwazin pirsgirêke neteweya kurd çareser bibe. Beşek endam jî serxwebûna Kurdistanê diparêzin. Dr. Nûriyê Dersîmî jî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê diparêzin..

Îbrahîm GUÇLU

Beriya 48 salan di 22.08.1973an de Dr. Nûrî Dersîmî jiyana xwe li Helebê ji dest da. Navê wî esil Mehmet Nûrî Dersîmî ye. Lê ew wek Dr. Nûrî Dersîmî tê nas kirin. 

Dr. Nûrî Dersîmî di sala 1890î de li Dersîmê qezaya hozatê gundê  Axzûnikê  hatiye dinyayê.

Gorî bi xwe di xatirata xwe de dinivîsîne: Ew kurê Mehmet Elîyê Çolikzadê ye. Ew bi xwe ji aliyê bav de ji eşîreta Mîlan e. Diya wî ji eşîreta Axçanan e. Ew di sala 1899an de dest bi dibistana destpêkê dike. Pişt re li Rûştiya Leşkerî ya Xarpûtê perwerdaya xwe didomîne. Lê di sala 1904an de dest ji dibistana leşkerî berdide,  li Xarputê dest bi bakelorî (lîseyê) dike. Piştî ku li lîseyê (bakeloriyê) diqedîne diçê Stenbolê di sala 1911an de  li Sultanehmedê Mekteba Weterîneriyê perwerdaya xwe didomîne. 

Dr. Nûrî Dersîmî dema Stenbolê xwendevan e, di nav Tevgera Kurdî de bi aktîfî cî digre. Serxwwebûna Kurdistanê ji bona xwe dike amaç. Loma jî rêxistinbûna Kurd pêwîst dibîne. Di destpêkê de dibe endamê Cemîyeta Hêvî ya Xwendevanên Kurd. Di sala 1912an de dibe sekreterê giştî yê Cemîyeta Muhîban ya Kurdistanê. Pişt re jî dibe endamê Cemiyata Tealî ya Kurdistanê ku jê re Şêx Ebdulkadîrê kurê Şêx Ubeydûllah Nehrî serokatî dikir. 

Di sala 1914an de Şerê Cîjhanî yê 1emîn dest pê kir. Beriya ku ew dibistan xwe biqedîne,wî jî digrin leşkeriyê û dişînin Dibistana Herbê û li wir jî 2 meh perwerdaya leşkerî pêk tîne. Pişt re jî ew li Beykozê di dezgeha Baytarî de wezîfedar dibe. Lê li wir jî wî nadin sekinandin, wî dişînin Kurdistanê bajarê Erzincanê. Ew ji vêyekê gelek kêfxweş dibe. Li Erzîncanê wek Hekîmê Weterînerî kar dimeşîne. Dema ku wezîfeya xwe ya leşkerî didomîne, bi eşîretên Dersîmê re pêwendiyên xwe xurt dike.

Di sala 1916an de leşkeriya xwe diqedîne û vedigere Stenbolê. Dibistana xwe didomîne û di 22 Îlona 1918an de dibistana xwe ya bilind xelas dike û fermî dibe weterîner. Piştî wê jî wek “Nûriye Baytar” tê nas kirin.

Piştî ku Şerê Cîhanî yê Yekem diqede di derbarê kurdan de operasyonek dewletê dest pê dike. Ez bawer dikim ku bayê Peymana Sewrê herikî ye. Di encama lê pirsînekê de ew jî li Dîwana Herbê tê darizandin. Lê Dadgeha Dîwan a Herbê wî beraat dike.

Lê di Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê de ji bona serxwebûna kurdistanê minaqeşeyeke dijwar heye. Beşek endamên cemiyetê di çarçeweya Împaratoriya Osmanî de dixwazin pirsgirêke neteweya kurd çareser bibe. Beşek endam jî serxwebûna Kurdistanê diparêzin. Dr. Nûriyê Dersîmî jî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê diparêzin..

Dr. Nûriyê Dersîmî di wê baweriyê de bû ku Kemalîst û rejîma wan dê gelek xeter be. Mafên kurdan nas nake. Loma jî hîç demekê divê bi wan bawerî nebe. Loma jî plana xwe ya serxwebûna Kurdistanê gav û bi gav dimeşîne.

Dr. Nûriyê Dersîmî piştî ku mekteba weterînerî qedand bû baytar, bi piştgiriya Şêx Seyit Abdulkadir diçe Sîwasê qezaya Zarayê û beldeya Umraniyeyê. Ji wir jî derbasî gundê Boxazvîranê debe.  Li wir bi Haydar Mistefapaşazade û birayê wî Alîşan û  katibê Elîşan Elîşêr re danûstandin dike. Ji wan daxwaz dike ku rêxistneke Kurdistanî ava bikin. Ew jî, ji daxwaz wî re erê dibêjin. Lê di 20.12.1920an de ji bona karûxebatên xwe yên kurdewarı û Kurdistanî tê girtin û pişt re sebest tê berdan.

Piştî ku serbest tê berdan li  Koçgiriyê serhilana milî ya Kurdistanê organîze dike. Armanca serhildanê, serxwebûn û dewletbûna kurdistanê bû. Hezar mixabin serhildan di demeke kurt de bi awayekî gelek barbar hat şikandin. Qetlîamek hat li darxistin . 

Ew piştî serhildana milî ya Koçgiriyê ji aliyê Dadgeha Dîwanî Herb de di 25ê Hezîrana 1921an de di giyaba wî de hat siza kirin. 

Dr. Nûrîiyê Dersîmî diçe Eyalata  Dersîmê cîwar dibe. Li Dersîmê dibe şewirmendê serokê Kurdistanê Seyîd Riza. Ew jî bû sedem ku gelek eşîret ji Seyît Riza re bibin piştgir û tîfaq.

Li Dersîmê bi Seyîd Riza re beşdarî xebata neteweyî bû. Lê hezar mixabin Dewleta Kemalîst piştî demekê li Dersîmê desthilatdariya xwe pêk anî. Qetlîameke mezin li darxist. Seyîd Riza ji bona ku pêşiya qetlîamê bigre biryar da ku bi M. Kemal re danûstandin bike. Wî jî qebûl kiribû. Lê dema ku ew danûstandin bike, dil hat girtin. Dadgeha îstîklalê de hat dadgeh kirin. Sizayê îdamê girt. Salê wî mezin bûn, loma gor qanûnê diviya bû ku îdam nebibûya; lê salê Seyîd Riza hat mezin kirin, ew îdam kirin. Salên lawê wî biçûk bûn, diviya bû ku gor qanûnê naye îdam kirin, salê wî jî hatin mezin kirin, li ber çavên Seyîd Riza ew hat îdam kirin.

Dr. Nûriye Dersîmî piştî Dersîmê şikest xwar, Kemalîst li Dersîmê desthilatdar bûn, li bajêr dîktatoriyeke barbar ava bû xwest derkeve derveyî welêt, qetlîam û xirabiyên li Dersîmê hatine kirin deşîfre bike.

Loma jî  xwest ku derbasî Ewrûpayê bibe, xebata xwe li wir bimeşîne. Lê derfet nebû ku derbası Ewrupayê bibe.

Wê demê biryar dide ku derbasî Suriyeyê bibe.

Demekê li Kirikxanê ma. Pişt re di 1ê Tirmeha 1938an de derbasî Sûriyeyê bû.

Sûriyeyê xwest ku wî teslîmî Dewleta Tirk bike. Ew bi alîkariya Fransizan di 24.12.1938an de derbasî Urdûnê dibe.

Hevjîna wî Ferîde Xanim jî di 2ê Tirmeha 1939an de derbasî Urdûnê dibe.

Dr. Nûriyê Dersîmî di sala 1941an de dîsa vedigere Sûriyeyê. Li Azezê dibe weterîner. Lê konsolosxaneya Tirk ya li Helebê ji bona ku Azez nêzikî sînorê Tirkiyeyê û hebûna Dr. Nûriyê Dersîmî dê zirar bide wan, loma ew ji Azezê tê dûrxistin. 

Dr. Nûriyê Dersîmî  di 23ê Tebaxa 1941an de neqilî Hemayê  tê kirin. Di sala 1942an de jî li Îdlîbê weterînerî dike.  Di sala 1946an de jî ew wek baytar tê li Helebê cîwar dibe. Di sala 1948an de jî li Cebel Druzê kar dike. Di 2ê Gulana 1950yî de wek komunîst tê îtham kirin û loma jî ji wezîfeyê tê girtin. 

Piştî ku ji kar tê girtin li Dêrîka Cezîra Rojavayê Kurdistanê  bi çandiniyê re eleqeder dibe. Lê mala wî li Halebê dimîne.Wek min li destpêkê jî diyar kir di 22 Tebaxa 1973an de jiyana xwe ji dest da. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide, li Efrînê ji bona xwe û hevjîna xwe Ferîdê Xanimê mezeleke çêkiribû û li wir binax bû.

Dema ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, tirbên Kurdan jî ji êrişên hov nesîbên xwe girtin û xesarên mezin dîtin. Mezelê Dr. Nûriyê Dersîmî û Ferîda Xanimê jî ji wan êrîşên hovane zirar dîtin.

                                         *****

  Hîç şik tune ye ku her kurdekî rewşenbîr û siyasetmedar û kurdperwer di salên 70yî de Dr. Nûriyê Dersîmî nas dikir. Bi taybetî jî piştî ku pirtûka wî li Bakûrê Kurdistanê di sala 1976an de hat çap kirin, her kurdperwerekî Dr. Nûriyê Dersîmî ji nêzik ve nas kir. Min jî ew ji nêzik ve nas kir.

Lê dema ku ez cara yekemîn di sala 1978an de çûm Rojavayê Kurdistanê, min Dr. Nûriyê Dersîmî hîn baştir naskir. Derfeta min bû ku ez ji gelek siyasetvanên Kurd û nivîskarên Kurd û xebatkarên Doza Kurdistanê Dr. Nûriyeê Dersîmî guhdar bikim.

Lê bi taybetî jî dema ku min hevjîna wî li Helebê ziyaret kir û nas kir, derfet bû ku ez Dr. Nûriyê Dersîmî baştir nas bikim. Ez gelek caran bûm mêvanê Ferîdê Xanimê. Ferîdê Xanimê bi her awayî mîrada Dr. Nûrî Dersîmî dimeşand, qiymet dida hemû kurdan, kurdperweran, rewşenbîrên Kurdistanê, hevalên Dr. Nûrî Dersîmî û xizmên wî. Keselke mêvanperwer bû.

Min di danûstandina xwe ya Ferîdê Xanimê de tespît kir ku pêwendiyên Celadet Bedirxan Beg û Dr. Nûrî Dersîmı gelek baş bûne. Bi malbatî her dem bi hev re bûne. Dîsa min ji Ferîde Xanimê nas kir ku pêwendiyên Dr. Nûrtiyê Dersîmî û Dr. Ehmed Nafîz Zaza gelek baş bûye. Wan bi hev re şerîkatiya çandiniyê jî kirine.

Min di hemandem de pêwendiyên Dr. Nûriyê Dersîmî, Erîf Abbasê Zazayê Madenê, Haco Axa, Cegerxwîn, Kadrî û Ekrem Begê Cemîlpaşazade, Apê Osman Sebrî, Qedrî Can, Reşîdê kurd, Mele Hesenê Hişyar jî Ferîdê Xanimê guhdar kir. 

.Ew kesekî rewşenbîr û serxwebûnparêz ê hişk bû. Ez dikarim bibêjim ku zûlma Ermeniya li Kurdan kiriye, ez ji wî û ji pirtûka wî fêr bûm.

Ew kesekî çalakvan û xebatkar bûye. Ji bona ku destê xwe ji kesî re veneke, çandinî kiriye.

Kesayetîya Dr Nûrî Dêrsimî li Kurdistanê û di tevgera Kurd de gelek girîng e. Ez di kesayetiya wî de hemû xebatkar û serokên doza azadî û serxwebûna  Kurdistanê yên ku jiyana xwe ji dest dane û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û giramî bibîrtînim.

Dr. Nûrîiyê Dersîmî serokekî Kurdistanê yê taybet e. Divê em her dem wî bibîrbînin. Ji nivîsên wî û ji bîranînên wî û ji têkoşîna wî ders werbigrin.

Diyarbekîr, 27. 08. 2021 

Nerîna min :