Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên li Kabulê şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên ser Firokexaneya Kabulê şermezar kir û hevxemiya xwe li gel kesûkarên qurbaniyên bûyerê nîşan da.

Di twîttekê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî teqînên doh ên li Firokexaneya Kabulê ragihand: “Em êrişên terorîstî yên roja Pêncşemê şermezar dikin ku bûne sedema kuştina dehan hemwelatiyên Efxan û serbazên Amerîkî. Hiş û duayên me li gel qurbaniyan, malbat û xweştiviyên wan e.”

Doh Pêncşemê 26ê Tebaxê teqînek li deriyê serekî yê Firokexaneya Kabulê çêbû. Demjimêrek piştî wê teqînê, teqîna duyem jî çê bû.

Nerîna min :