PolîtîkRojev

Divê Baro di heqê parlementoya tirkiye de dozê vekin

Baro divê di heqê Parlamentoya Tirkîyeyê ya ku ji kurdî re dibêje ‘’zimanekî ku kes nizane çi zimane’’ de doz vekin


Hinek Baroyên(Dezgeha Yekitîya Parêzeran) li Bakurê Kurdistanê, ji ber bêrêzîya wê ya li dijî kurdî, di derbarê Dîdem Arslan Yilmaz ê de doz vekirine. Em ji ber vê helwesta wan , Baroyan pîroz dikin. 


Ev bêrêzîya Didem Arslan Yılmaz ê ya ku li himberî zimanê kurdî kiribû bû sedemê gelek bertekan. Li gel partî, rêxistin û kesayetên kurdan, gelek kesên ji AKP, CHP, DEVA Parti, Gelecek Partisîyê jî ev helwesta Didem Arslan Yılmaz ê şermezar kirin. Ev bertek û şermazar kirinên van kesan helbete ku baş in, erênî ne. Lê mixabin van kesên ku di nav van partîyên navbûrî de ne û Didem Arslan Yılmaz ê şermezar dikin, nabînin an naxwazin bibînin ku Navenda Partîyên wan heta nuha li himberî biryar û helwestên Dewleta Tirkîyeyê û yên Parlamentoya Tirkîyeyê de, yên ku zimanê kurdî tune dihesibîne û qedexe dike, tu helwest negirtine di eqsê wê de her piştgiriya van qedexeyan kirine.


Belê, di esasê xwe de alîyê ku bêrêzî û neheqîya herî mezin li zimanê kurdî dike Parlamentoya Tirkîyeyê û Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê ye û Dewleta Tirkîyeyê bi xwe ye.Ji damezrandina Dewleta Cimhûrîyeta Tirkîyeyê heta îro eve 98 sale zimanê kurdî tune tê hesibandin û qedexe ye.


Îro bi navê TRT-Kurdi telewîzyoneke Dewlata Tirkîyeyê heye, di dibistanan de dersa bijarte ya kurdî heye, li hinek unîwersîteyan Beşa Ziman û Kultura Kurdî heye. Lê tu bingeheke qanûnî ya van hersê pêngav û dezgehan jî tuneye. Hîna jî di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Tirkîyeyê de Kurdî tune ye, Kurdî qedexe ye. 


Herweha, Parlamentoya Tirkîyeyê (TBMM), di qeydên xwe yên fermî de, hîna jî zimanê kurdî wek “zimanekî ku kes nizane çi zimane” pênase dike. Di Parlamentoyê de axaftinên ku bi Kurdi têne kirin di qeydên fermî de nayên nivîsandin. 


Parlamentoya Tirkîyeyê (TBMM) bi vê helwesta xwe bêrêzîyê li zimanê kurdî dike, zimanê kurdî tune dihesibîne û di eslê xwe de rê li ber mafê herî rewa yê axaftina bi zimanê xwe yê zikmakî digire.


Heger Parlamentoyê Tirkîyeyê(TBMM) bi vî rengî tevbigere, helbete ku yên wek Dîdem Arslan Yilmaz ê jî dê cesaretê ji TBMMyê bigirin û dê bi wî rengê ku wê kirîye bêrêzîyê li zimanê kurdî bikin.


Ji ber van rastîyan jî heger alîyek, an mercaîyeteke ku doz lê bê vekirin hebe divê ew mercaîyet Dewleta Tirkîyeyê bi xwe be, divê Parlamentoya Tirkîyeyê be.


Li gorî qenaeta me, ya herî rast ew e ku, ji ber ku Parlamentoya Tirkîyeyê kurdî tune dihesibîne, bêrêzîyê li zimanê kurdî dike û ji ber ku Parlamentoya Tirkîyeyê mercaîyeta herî bilind a Dewleta Tirkîyeyê ye, divê Baro bi armanca ku dozê li Dewleta Tirkîyeyê vekin , di heqê Parlamentoya Tirkîyeyê(TBMM) de dozê vekin. 


Paşê jî ya baştir ewe ku van Baroyan tune hesibandin, qedexe, neheqî û bêrêziyên ku Dewleta Tirkîyeyê li zimanê kurdî kirîye û dike, bibin ber destê Komîsyona Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî(UN), bibin ber destê Mehkemeya Mafê Mirovan a Ewropayê. 27.08.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button