CîhanRojev

Lûtkeya welatên cîranên Iraqê destpê dike

Îro Lûtkeya welatên cîranên Iraqê ji bo hevkarî û hevbeşiyê li Bexda paytexta Iraqê birêve diçe. Ji bo vê yekê jî serê sibeha îro Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gihişte Bexda. Macron ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat pêşwazîkirin.

Nûçegihanê Rûdawê li Bexda Helkewt Ezîz ragihand, demjimêr 9.30 xulek merasîmeke taybet ji bo pêşwazîkirina li serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tê kirin. Heya niha Macron take serokê welatên beşdar e di civînê de ku gihiştine Bexda. Biryar e lûtke demjimêr 12.00 nîvro destpê bike û bo dema du heya sê demjimêran berdewam bibe.

Derbarê şandên ku wê beşdarî Lûtkeyê bikin, nûçegihanê Rûdaw ragihand, Serokkomarê Fransayê Emanuel, Şah Ebdull Şahê Urdinê, Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Serokwezîrê Kuwêtê Şêx Sebah Xalid, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşuglo, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr beşdar dibin, biryar e nûnerên Îmarat û Qeter jî di civînê de amade bin.

Nûçegihanê Rûdawê amaje bi wê yekê jî da ku piştî lûtkeyê wê civînên dualî di navbera şandên welatan de destpê bikin.

Şanda Franse  bi serokatiya Macorn, wezîrên derve û berevaniyê jî û çend diplomatkaran di nav de cih digirin.

Macron yekem serokê beşadarbûyî yê Lûtkeyê ye ku gihîşt Bexda.

Serokatiya Franse berî niha di daxuyaniyekî de ragihandbû ku Macron hewl dide bi riya beşdarîkirina di vê lûtkeyê de piştevaniya xwe bo rola Iraqê û rûbirûbûna terorê nîşan bide.

Îşev serokomarê Franse tê Hewlêrê û ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê pêşwazîkrin û wê çend hevdtînan li Hewlêrê pêk bîne û wê serdana bajarê Mûsil jî bike.

Back to top button