Serokê şeredariya Ixdirê Nuri Güneş hate girtin

Li Ixdirê Cendirma lêgerînek li mala serokê şeredariyê DTP-ê  Mehmet Nuri Güneş û cîgirên wî kirin. Herweha ev lêgerîn piştre li xaniyê şeredariyê jî hate kirin. Di lêgerînê de cendirma dest danîn ser gelek kaxiz û ewrakên şeredariyê.

Hêzên leşkerî yên Ixdirê berê vê sibehê qatijmêr 03.00 çûn mala serokê şeredariyê û cîgirên wî lêgerîn kirin. Vê sibê jî hêzên cendirma çûn xaniyê şeredariyê û lêgerina xwe li wê derê berdewam kirin, gelek ewraq li gel xwe birin û serokê şeradariyê jî binçav kirin.

Nerîna min :