Divê tawana helebçe wek jenosîd bê naskirin
Silêmanîyê – serokê komeleya qurbanîyên kîmyabarankirina Helebçe da ragihand, ku wan daxuyaniyek belav kirine û tê de daxwaz kirine, ku divê dadgeha bilinda tawanan a Iraqê, kîmyabarankirina bajêrê Helebçe wek jenosîd bide nasandin.
Serokê vê komeleyê Luqman Ebdulqadir ji PNA re da xuyakirin, ku komeleya wan daxuyaniyek belav kiriye û tê de nerazîbûna xwe li beramber şêwazê biryardana li ser dosyaya Helebçe daye nîşandan.
Luqman Ebdulqadir got, ku wan daxwaza temyîzkirina vê biryarê jî kiriye û divê dadgeh careka din vê biryarê bi awayekî din bide û tê de, tawana kîmyabarankirina bajêrê Helebçe wek jenosîd bide nasandin.
Luqman Ebdulqadir got: “Em di vê daxuyaniya xwe de spasîya hemû alîyan dikin, ji ber ku hemûyan beşdarî di serxistina dosyaya helebçe de kir. Belê di heman demê jî de em dilgiranîya xwe didin nîşandan, ji ber ku di biryara duyema evê biryarê de, ev tawana han wek jenosîda li dijî mirovanîyê nehatiye nasandin.