Serdana serok Barzanî peywendî bi berpirsên Îraqê ve nîne
Berpirsê peywendîyên derve yên hikumeta herêma Kurdistanê red kir ku seredana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo wîlayetên Yekgirtîyên Amerîkayê, peywendî bi seredana berpirsên din yên Îîraqê ve hebe.
Felah Mistefa berpirsê peywendîyên derve yên hikumeta herêma Kurdistanê ku, dê ew bi xwe jî bi serok Barzanî re seredana Amerîkayê bike, di daxoyanyekê da bo rojnama Şeriqelewset ew yeke red kir ku seredana serokê herêma Kurdistanê bo Waşîngtonê peywendî bi seredana berpirsên din yên Îraqê ve hebe.
Felah Mistefay tekez kir ku serok Barzan li ser vexwandina fermî ya Barak Obama serokê Amrîkayê, dê seredana Waşinitonê bike.
Wek tê zanîn di van rojên borî de Adil Abdulmehdî cîgirê serokkomarê Îraqê serdana Waşîngtonê kir bû û bi serok Obama û mezine berpirsên Qesra Spî re civiya bû. Tê çaverê kirin ku Tariq Haşimî cîgirê serokkomarê Îraqê û Eyad Elawî serokê lîsteya Elîraqiye jî serdana Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê bikin.