Civak

Serokê partiya nijadperest hate binçavkirin

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag li Enqere bi tohmeta ku hakaret li serokomar kiriye hate binçavkirin û ew ji bo Stanbulê veguhaztin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdagê de ji ber gotinên ku di derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de gotîn biryara girtinê da.

Ozdag di çarçoveya lêpirsînê de li restoranta ku li Enqereyê xwarinê dixwar hat binçavkirin. Ûmît Ozdag ji aliyê ekîbên polîsan ve anîn Stenbolê.

Endamên Partiya Zaferê li ber avahiya polisan li Stanbulê kom bûn û man hêviya serokê xwe. Wan biryara serdozer û girtina Ozdax protesto kirin.

Di weşana zindî ya li ber midûriyeta polîsan de li ser hesabê medyaya civakî yê Ûmît Ozdag bi nivîsa “Bêyî min bikujin hûn nikarin min bêdeng bikin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiyê Bartu Soral di daxuyaniya xwe de got, “Destûr nehat dayîn ku parêzer bi Ûmît Ozdag re hevdîtinê bikin.”

Her wiha detayên lêpirsînê jî hatin eşkerekirin
Di daxuyaniya Partiya Zafer de hat gotin ku Ozdag wê sibê saet di 09:00 de bînindadgeha Stenbolê; Her wiha detayên lêpirsînê jî hatin eşkerekirin.

Hate hînbûn ku der barê Ozdagê de ku bi hinceta heqareta li serokomar û herwiha teşwîqkirina gel li kîn û dijminatiyê kiriye lêpirsîn hat vekirin. Ozdag dê bi du sûcên cuda îfade bide.

Serokê Partiya Zaferê Ozdag kesayetek nijadperestek tunde.

Back to top button