
Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê bi helkefta hatina meha Remezana pîroz li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebookê peyamek belav kir ku eve jî naveroka wê ye:
Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz, pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdarim ev meha pîroz bibê cihê bihêztir kirina tebayî, pêkvejiyan, lêborînî, evînî û xweşdivî û giyanê hevkariyê û zalbûna li ser wan hemû astengên ku tu pêşiya welatê me.
Xwedayê mezin Kurdistan biparêzê