
Dewleta Swêdê, kiryarên sazî û dezgehên mirovî yên serbixwe (NGO) yên li ser bingeha tecrûbeyên xwe yên berê, bi rê ya saziyên xwe yên fermî, Ajansa Tawanbariya Aborî ya Swêdî (Ekobrottsmyndigheten), bankayên swêdî û Europol (Saziya Polîsê Yekîtiya Ewropî) bi armanca rê liber giritna fînanskirina terorîzmê, narkotîkê, qaçaxçîtî hwd. kontrol dike.



Dezgeheke sivîl û îdeal ya di bin navê Kontrola Afirandina/Peydekirina Diravên ji Xelkê (Svensk Insamlingskontroll) de hatîye damezrandin. Ev dezgeh liser rêxistinên ku ji xelkê pere distînin û ji bo kampanyayên xwe drav didin, hesabek taybetî ya bi navê 90î vedihewîne û kontrolên darayî dike. Bankayên taybet jî li gorî qanûnên aborî bi vê saziyê re hevkariyê dikin ûv zorê dikin wan dezgehan ku hesabên 90 yên kontrolkirî vekin.
Her çend weqfa “Stiftelsen Roja Sor” ne saziyek bazirganîyê ye jî, sedemên têkçuna danûstendina xwe û bankaya xwe eşkere nekirîye. Her weha dîsa ne zelal e ku ka ew çire nexwestine hesabên kontrolkirî 90 bi kar bînin.






Weqfa ku bûyereke berhevkirina diravê bi navê “Stiftelsen Roja Sor” pêk tîne, di daxuyaniyekê de ragihandîye ku ji 31ê Adarê sala 2020 ve, rêbazên depokirina nav hesabên bankê yên mîna Swish, Bankgiro û Hewale ji bo demek nehatîye bikar anîn û dê heta ku ew hesabek nû li bankayeke din vekin nemîne.

Weqf dîyar dike ku nakokîyek di navbera wan û bankaya ku hesabên wan lê bûn çêbuye. Ji ber ku têkilîya wan û bankaya wan têk çûye, bang li xelkê Swêdê dikin û dixwazin alikariya Heyva Sor/Roja Sorê bi rê ya Paypal û hesabên bankayê yên li welatên din ên Ewropayê bikin.
Her çend weqfa “Stiftelsen Roja Sor” ne saziyek bazirganîyê ye jî, sedemên têkçuna danûstendina xwe û bankaya xwe eşkere nekirîye. Her weha dîsa ne zelal e ku ka ew çire nexwestine hesabên kontrolkirî 90 bi kar bînin.
Kurdistan Information Network – Stockolm