Civak

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeyên xwe çalaktir dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo hatina meha Remezanê pîroz peyameke pîrozbahiyê belav kir û da zanîn ku hevkariyên wan yên ji bo malbatên kêmderamet li vê meha Remezana pîroz de berdewam dibin. Tevahiya naveroka peyama Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wiha ye:

Meha Remezana we pîroz be

Hatina meha Remezanê peyamekî girînge li vê rewşa niha ku li tevahiya cîhanê da dirûst buye. Hêvîdarîn ev meh bi xêr û xweşiyên xwe, vê aloziya derûniya ku li me hemûyan girtiye derbasbike û li navçeyê de bibê destpêkekî xweşikê jiyanê.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî herdem bi têr û tije pêşwaziya vê meha pîroz ve tê û projeyên xwe çalaktir dike. Em li hevkarîkirina malbatên kêmderametan de berdewam dibîn, bi wê hêviyê çiraya malan bi berdewamî geş û pir nûr bê û hemû take kesên malbatê bi geşbîniyê ve li dewra sifreyekî pir xêr û bereket kombibin.

Meha Remezanê li tevahiya misilmanên cîhan û Kurdistanê pîroz bê û em hemû dest li nav destê hevdû paşarojeke baştir bi pêkve avabikîn.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Back to top button