Serokê Kurdistanê û şandekî Amerîkî rewşa Suriyê nirxandin

Berî nîvroya îro pênçşem 12/03/2020 li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz William Roebuck Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî û Şêwirmendê Bilindê Nûnerê Taybetî yê Amerîka yê Sûriye kir.

Li civînê de her dû alî pêşhatên Iraqê û êrîşa şeva derbasbûyî ya li ser Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Serbazgeha Eltacî li Bexda, pêşhatên siyasiyên dawî yên li Iraqê û hewlên wan ya ji bo destnîşankirina berbijêreke nû ya Serokayetiya Hikûmetê, peywendiyên Hewlêr û Bexda, pêşketinên belavbûna Corona li Iraq û Herêma Kurdistanê û amadekarî û hengavên ji bo rûbirûbûn û rêgirîkirin û zêdenekirina wê hate guftûgokirin.

Li beşekî dinê civînê de ku Konsolê Giştiyê Amerîka li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn, metirsiya serhildana Da’îş û girîngiya berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo berevanîkirinê, pirsa Sûriye û pêşketinên serbazî, rewşa Kurd li Sûriye û hewlên ji bo hevdû nêzîkkirina aliyên Kurdî yên Sûriye xistin ber behs û her du alî tekez li ser piştgîrîkirina wan hewlan kirin.

Nerîna min :