Dosya

Kî li pişt belavbûna virusa Corona ye?

Kî li pişt belavbûna virusa Coronaye? serdêra nivîseke nivîskar Zûbêr Resûle ku piştî belavbûna vê virusê pirsa herî mezin bû ku ji aliyê her kesekî ve bi awayeke cûda cûda dihate şîrovekirin.

Nivîskar dibêje: Her zû piştî geşbûna virusa Corona xelkekî zêde yên şareza û neşareza, pirsiyara wê yekê dikirin ku aliyekî diyarkirî li pişt belavbûn û geşbûna virusê de heye.

Neku tenê li Kurdistanê belku li ser asta cîhanê da jî gote gotên ewe heye ku belavbûna virusê formekî nû ye li gengeşeya welatên zilhêz ya lawazkirina hêzên hevdû. Ji bo vê mebestê jî navê her yek ji Çîn û Amerîka tê. Beşek ji xelkê heta siyasî jî dibêjin virus dirustkiriyê Amerîkaye ji bo lêdana aboriya bi hêza Çînê. Nêrîneke din jî heye ku dirustkirina vê virusê li taqîgehên zanistî yên Çînê belavbûbê û paşê jî ji kontrolê derketibe.

Helbet xelk ne neheqe ku bi niyeta plangêriyê temaşa belavbûna virusê bike, ji ber ku eger li dîroka gengeşeya hêzên herêmî û navdewletî temaşe bikîn heta niha çendîn hewl hebûye ji bo bikaranîna bakteria û virusan wekî çekekî cengî. Li serdema cenga cîhanî ya yekem Almanyaya Nazî her yek Antraks û Glanders, kolêrayê wekî çekekî cengî dijî Rûsya bikaraniye. Bi heman awayî Japoniyan jî li cenga cîhanî ya dûyem li taqîgehên biolojî de çendîn mîkroban bi mebesta bikaranîna dijî Çînê bikaranîn. Amerîka jî çendîn taqîgehên taybetî yên cengê ji bo dirustkirina van cûre virusan heye.

Eger bi vî awayî lêkolînê li ser şewb û petayên cîhanî da bikîn çendîn mînakên gumanxistina ser aliyên din li holê da heye. Li sala 1918 ku Enflonzeya Îspanî belavbu, gumana ewe lê hate kirin ku ji aliyê Dezgehên Hewalgirî(Sîxûriyên) Almanî ve hatibin belavkirin. Li 2004 Hîndîstan, Pakîstanê bi wê yekê tawanbar kir ku bi navê cîhad mijulî belavkirina virusa HIV e li Keşmîr. Dema li 2008 Enflonzeya balindeyan belavbû, Wezîrê Tendirustiya wê demê ya Endenozyayê, Amerîkayê bi wê yekê tawanbar kir ku ew virusê ji bo dirustkirina çeka biolojî bikartînin. Ji bo vê mebestê jî rabûn hemû çalakiyên tîmên lêkolînên pizîşkiya deryayî li Amerîka û li Jakarta rabigrin.

Ewê taybet bê ji bo virusa Covîd-19 dikarîn bibêjîn ku li rûyê zanistî ve heta niha hîç belgeyek li ber dest da nîne ku ev virusa dirustkirî ya hîç aliyek bê, wate hîç belgeyek piştrastiya wê teoriya plangeriyê nake ku ew virusê destkir yê aliyekî bê, li dijî aliyekî din. Zana dibêjin rê tênaçê ku cînên vê virusa dirustkiriya mirov bê, neku her ewe belku zehmete hîç welatek bikarê virusekî bi vî awayî dirust bike.

Lê belê ewe nayê wê manayê ku belavbûna virusê ji bo merem û armanceke siyasî bi kar neanîbin, bi taybetî jî aliyên zilhêzên wekî Amerîka, Rûsya û Çîn, ji bo tometbarkirina hevdû. Wekî mînak (Steven Banen) kevne Şêwirmendê Bilindê Serok Trump, her zû Çînê bi wê yekê tawanbar kir ku virus li taqîgehên welatê Çînê hatiye dirust kirin û paşê jî ji kontrola wan derketiye û belavbûye.

Piştî wî jî Senatorê Komarî (Tom Koton) got ku virus li taqîgehên biokîmya ya asayîşa bilinda High-Security Biochemical Lab ya bajarê Vuhanê derketiye û ji kontrolê derketiye. Beşekî zêdeyê vê nêrînê li rastiyê da peywendî bi wan dengan heye ku mijule roj bi roj zêde dibin li Amerîka û Ewrupa da bi lêdana hêz û pêgeha Çînê, paşê jî wênekirina wekî hêzekî metirsîdar li ser berjewendiyên Amerîka li cîhanê da ku zêdetir propagendeyên serdema cengê sar li bîra me tînin. Wekî mînak her yek ji rojnameyên diyarên Daily Maila Brîtanî û Washington Times a Amerîkî wan gote gotan belavkirine ku virusa Covîd-19 dirustkiriye û beşeke ji programa cengî ya biolojiya Komara Çînê.

Li ser asta welatê Çînê jî dîsan rayek ku gelek berbelave eweye ku ev viruse serbazên Amerîkî li gel xwe anîne bazara xwarinên deryayî yên Hunan (Hunan Seafood Market) dema ku beşdarî kirine li yariyên serbaziyên 2019 ku li bajarê Vuhan hatibûn encamdan.

Helbete dûr nîne çend welatekî din jî veberhênana siyasî li vê rewşê bikin ji bo dapoşîna şikestên rejîmên xwe. Wekî mînak Komara Îslamiya Îran ku yek ji wan welatane herî şikestxwariyane li rêgirtina belavbûna wê virusê, li rêya çend dezgehekî medyayî li nav Îranê wiha pîşanî raya giştî didin ku eve destê Amerîka û Îsraîlê li pişt da hebê.

Li navxweya Kurdistanê jî ew gote got heye ku vê virusê Amerîka dirustkiribê ji bo şikestpêanîna aboriya Çînê. Li rastiyê da ev bîr û ramanên ku têne gotin hîç belgeyeke zanistî û eşkere li xwe nagrê tenê gote gotên siyasîne. Egera dirustkirin û belavkirina virusê li rêkxistineke terorîstî ve nêzîktire heta ku dewlet bê. Ji ber ku egera kontrolkirina wê gelek lawaze û hîç mîsogeriyek nîne ku dewleta dirustker bi selametî lê derkevê. Paşê pêşketina teknolojiya niha li cîhanê ya hemû welatan heta radeyeke zêde wekî hev ve girêdayî ne. Niha virus mijule gefeke zêde li Amerîka jî dirust dike û hinek Wîlayet rewşa neasayî ragihandiye.

Sedemeke din jî ku virus destkir nîne eweye ku bandora vê virusê tenê li ser yek aboriya diyarkirî da nîne, belku li ser tevahiya aboriya cîhane. Li gor lêkolîneke Zanîngeha Niştimaniya Awustralya ev virus herî kêm 2.3 milyar dolar ziyanê bi aboriya cîhanê digihîne ku li nav wan da ji bilî aboriya Çînê welatên wekî Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya jî li rêza pêşin. Welatên Rojhilata Navîn jî ziyaneke zêdeyê aborî li ber wan dikevê bi taybet ew welatên li dabînkirina budçeyê da pişta serekî dibestin bi firoştina neft û gaz.

Ji ber wan sedemên ku me balkişande ser, egera dirustkirina virusê ji aliyê welatekî diyarkirî ve gelek lawaze, bi taybet eger mebesta belavkirina vê virusê bi enqest bê. Lê belê heman demê da pirsiyarên zêde jî hene di derbarê virusê ku heta niha bersîva wê nehatine dayîn.

Back to top button