Serokê Kurdistanê bi peyamekî serxweşî li malbat û kesûkarên qurbaniyên erdheja Tirkiyê û Yunanîstanê kir.
Îro 31.10.2020ê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser tora xwe ya civakî twîtterê peyamek serxweşiyê belav kir û got: ‘’Ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên erdheja Tirkiyê û Yewnanîstanê dikim, hevsoz û hevxemê wan im.’’
Serokê herêma Kurdistanê herwaha ragehand: ‘’Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wan şad bike û sebrê bide hemû aliyan. Hêviya selametiyê bo birîndaran û berketiyên erdhejê dixwazim.’’