
Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya helbestvan û nivîskar Ferid Zamdar peyamek ragihand.
Peyama Nêçîrvan Barzanî:
Nûçeya koça dawî ya şaîrê diyarê Kurdistanê xwedê jêrazî Mamosta Ferîd Zamdar gihîşt min. Bi vê boneya xemgîn ve pirse û serxweşiyê li malbat û kesukar û dost û hevalê wî û li helbestvan û nivîskar û edebdostên Kurdistanê dikim, hevbeşê xema wanim. Xwedayê mezin ruh û giyanê xwedê jêrazî bi bihûşt şad bike û hedar û sebirê bide me hemûyan.
Bîranîna Mamosta Ferîd Zamdar bi berhem û peyv û şî’irên xweşik û bi hêz, herdem li cîhana edeba Kurdî da bi zîndî dimînê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.07.2019