Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

Elîyê Memed dibê Seyrê heyran, ez xortekîfaqîr u kesekî nasnakim. Welatê Hesene û Heydere mezin û mij morane. Ezê te bi revînim bibime kûderê. Yek nas heye, ew jî heft şev û heft roja jime dûre. Şexsê ez nas dikim jêre dibêjin Îskân Gulî xan axe ye. Seyrê dibê Elîyê Memed xwe amede ke. Ezê ber fecerê bême bi destê te bigrim û biçin welatê xerîbîyê xwe bavêjin Îskàn Gulî xan axe. Bere mahre me bi birê û ez bibim a te.

Ber fecerê Seyrê xwe amede dikê û bandikê Elîyê Memed kur apê xweyî delal. Bi destê hevdû digirin û derdikevin ser rêçke çûn û nehatinê. Heft şev û heft roja di meşin û di gihijin kelha comarîyê. Di pirsin male Îskân kulî xan axe. Elîyê Memed dibê Seyrê heyran ev kelha comarîyê bi deng û nave. Civate Îskàn Kulî xan axe tim bi deng. Jin û mêr ji hev cuda ne. Tu biçe oda jine û ezê biçim oda mêre, heta civak belav bibê. Seyrê diçê li derîyê oda jine dixê. Jinê Îskân axe ne yekin. Dema seyrê li derî dixê, jine Îskân Kulî xan axe derî divekê û dibê tu kîye Seyrê dibê ez mêvanim jine Îskân Kulî xan axe a mezin dibê kerem bike. Seyrê derbasî odê dibê û nav pîreke di rúnê. Çarşefa Seyrê lisere û devrûke wê ser rûkê wê ye. Mîne xezale li berîyê ku dakevê deştê. Xerîb û kesekî nasnakê. Dilê wê dixê kûte kût ji derdê evîn û xerîbîyê. Xwîşke sê bira û hêjaye ber dilê qol qasim axe û evîndare Elîyê Memede Seyrê. Keça eşîr û gule welatê Hesene û Heyderane Seyrê. Li maleke nenas bê deng û di xem û şûphe de ye Seyrê.

Dema li welatê xwe bû mîne kewa ku li kewê xwe bigerê her tim bi heyecan û ser bilind bû. Serê xwe berdaye nav çoke xwe û li pêşeroja xwe, a eşîrê, birayê xwe û Elîyê Memed tefekûr dibê, Seyrê. Elîyê Memed derbasî ode Îskân kulî xan axe û liber derî bi kúl û dert bê deng rûniştîye. Gûme gûme civake Îskân axe ye. Ên ku peznê xwe didê û ên ku bahse serpêhatîyê xwe dikê. Ji xwe Elîyê Memed ne li bîre tu kesîye. Îskân Kulî xan axe mîne zirtoyê deşta bê semyan rúniştîye ser doşekê û xulam qahwe û cixarê liber didênin û cixare wî pê dixin. Mîne devehe çole Erebîstan li plân û xapê xwe tefekûr dibê. Ew mêrê sê jine û rovîyê bê şirîke. Haye serdorê ji bayê felekê túneye lê ew li xerabîyê ku bikê tefekûr dibê. Piştî wextekî kurt de di xwazê ku civak belav bibê û ew neqencîyê xwe pêk bînê li himberî Seyrê û Elîyê Memed.

Elîyê Memed liber derîyê Îskân Kûlî xan axe rûniştîye û li benda ku civake axê belav bibê. Seyrê di xem û kederede li benda Elîyê Memed’e. Piştî wextê şevê civake Îskân axe belav bû. Îskân axe bankire Elîyê Memed. Ku xortê delal de kerem bike derdê te çîye? Elîyê Memed ku Îskân axe min dotmame xwe revandîye û hez hatim min xwe li qesra comarîyê û axê wê girtîye.

..Îskân Kûlî xan axe ku tu xortekî delal û levhatîye. Keça ku te revandîye dotmame te jî wek te xweşik û levhatîye? Elîyê Memed ku belê Îskân axe. Dema Elîyê Memed wisa got. Îskân Kûlî xan axe derbasî ode jine bû. Gote jine xwe ku mêvane me kîye? Seyrê ku ezim ez benî. Îskân Kûlî xan axe ku Seyrê tu ji îro pêde mêvane meyî, lê heta kengî tê livir bê ewjî emrê Xwadayê mezine. Jibon vê yekê devrûke xwe rake û mîne ferdeke malbata min jîyan bike. Seyrê devrûke xwe rakir. Wey xwado dema Îskân Kûlî xan axe rûkê Seyrê dît dilê wî êşa û ser gêjek lê gerîye û ku wey male minê ev xezale bê mîne ji kûder hat û hate kete dawa minde. De bi Xwedê ezê vî faqîrkê Elîyê Memed îşev bi kujim û vê xezalê ji xwere bi hêlim. Îskân Kûlî xan axe hişê wî hate serê wî û çu cem Elîyê Memed. Gote Elîyê Memed ku ezê bankim melê bere mahre we bi birê û derbasî ode xwe bibin, hun jî westîyene. Elîyê Memed ku gelek başe û ez û Seyrê dodmame xwe emê dert û kûlê xwe ji hevdûre bêjin.

Li milekî dilê Seyrê bi kûl û kedere, li milekî evîndarìye wê û Elîyê memed’e.Elîyê Memed bi kêfeke xweş li benda bîryare Îskân Kûlî xan axe ye.

..Îskân Kûlî xan axe mîne marê di turik de ye. Bê wîjdan û bê merhemete, weke gûrê birçî çav sor û bê şexsîyete. Ne ji xîyanetê têr dibê û ne çavê wî ji nebaştîyê têne dagirtin. Bandikê mele û dibê mele, mahreke çaroxî bavêje ser Seyrê û Elîyê Memed. Ezê zû û nedereng Elîyê Memed bişyinim Dinyaye ebedî.

..Mele wa li hevdû mahr dikê û xatir bi Îskân Kûlî xan axe di xwazê û diçê male xwe. Axe ode Elîyê Memed û Seyrê şanî wa didê û bi destê hevdû digirin û diçine ode xwe. Îskân Kûlî xan axe mîne rovîyê li sinik liber firsete xweye. Li benda Elîyê Memed û Seyrê ku tê kevin xewa giran û şêrîn.

Xwedê kelha comanîyê jibin zilme zalîmê mîne Îskân Kûlî xan axe xilas bikê û ti carî aqîbetê mîne aqîbete Seyrê û Elîyê Memed pêk neînê. Welatê Hesene û Heydere ew gelek rojin ku şîne Seyrê û Elîyê Memed dikşînê. Her Du birayê qol qasim axe jibon ku dayîke wa ne yek’e mesele Seyrê û Elîyê Memed ji xwere nakin dert û kûl.

..Îskân Kûlî xan axe mîne heydûtdê li çole bê xwedî liber firsete Seyrê û Elîyê Memed ku têkevin xewa girande. Wext fecere, piştî ku Seyrê û Elîyê Memed xeyal û dert û kûlê xwe ji hevdûre gotin, Elîyê Memed serê xwe danî ser gerdene Seyrê û raketin. Îskân Kûlî xan axe mîne gurekî har xencere xwe derxist û dinav pişte Elîyê Memed de danî. Xwîne Elîyê Memed pijiqî ser çav û rûkê Seyrê. Dema ew ji xewa malwêran rabû û hişyar bû qîrên bê ket û xiste hawar û hebitî. Evîndarê wê, şêrînê ber dilê Seyrê kur apê ciwan di nav gole xwînêde di gevizî. Bankire Seyrê ku dotmam rabe bi bez here welatê Hesene û Heydere xwe bi gihîne birakê xwe û pismam mê min qol qasim axe, bêje feleke bêbext û xayînê Îskân Kûlî xan axe pismamê me Elîyê Memed di fecere sibehêde dayî ber xencere, dema di xewde jibon ku min ji xwere êsîr bigrê.

..Seyrê mîne xezale berîyê ku li deşta bê deng jinav lepê gure xilas bibê xwe li derîyê kelha comanîyê da û revîye bi ber çîyede. Bandikê û dikê hawar û zûrênî mîne sewesîyê di destê heydûtte de. Bezî û rêçkà xwe şaş kir û hişê xwe winda kir û bandikê dibê wey limin rûreşê, xwîşke sê bira û dotmame birîndarê birîn xedar Elîyê Memed. Ey felekê xaîn û bêbextê limin xerîbe li serê çîye bi tenê. Bejin rehane welatê Hesene û Heydere xwîşke qol qasim axe. Piştî çavê Elîyê Memed heyate Dinyayê limin heram cahre silêmanî bê.

..Bi şev û roj di revê û nizanê bi kûderêde diçê. Dît ku li kêleke zinarekî û bê nefes û mecale. Zúrî mîne gurê çîye ..Deng lê nema cil ser neman, ling û beden dinav xwînê de ne. Westîye û liber kevirekî rûnişt. Ne li hişê xweye û ji hâlde ketîye. ..

Dema Seyrê bi qîrên derket û bi çol û çîye ket, Îskân Kûlî xan axe hebitî. Bankire çend xulamê xwe û termê Elîyê Memed birin avêtin cîkî nenas.

..Seyrê ne li hiş û sewdane xweye. Dil bi kûl û brîndare. Mîne kevoke spî. Zûre Zûre wêye. Ji Gelî nêçîrvanekî kovîyek kûştîye û liser milê wî di meşê. Dema dengê Seyrê kir berbi wêde hat. Seyrê ku jibona Xwadayê mezin kanî eyarê wê kovîyê bide min.Neçîrvan ku keça delal çi hâl û derdê te ye?Seyrê ku ne pirse û ne min tu dît û ne te ez dîtim. Neçîrvan eyarê kovîyê dayê û biser rêçkâ xwede meşî. Seyrê eyar girte ser xwe û kete nav kovî û xezalede, ew jî mîne wa geya û pelê dara di xwê. Rojek ji roje Seyrê ji xwere li tiştne ku bi xwê di gerê. Meyze dikê feqeyek tê biberde. Dibê tu di vî hâlê xerab de  çidikê serê va çîye? Seyrê dibê feqe ne pirse eger tu ji Xwadayê xwe hiz dikê meremeke min bi cîh bîne. Feqe dibê ez xwûnd di xwûm tiştê jimin werê ezê jibona te bikim. Seyrê dibê biçe welatê Hesene û Heydera qol qasim axe heye, wî bibîne û bêje Îskân Kûlî xan axe, axeyê kelha comanîyê pismamê te Elîyê Memed Kûşt û xwîşke te Seyrê bi çîye ket.

Feqe gelekî tefekûr dibê û dibêjê sûphanelleh ji hîkmete te re. Çi tiştê ecebnemayî dibin.Dibê ey Xwada ji minre bibe âlîkâr ku ez daxwazîye vê keça ciwan pêk bînim. Di meşê û welatê Hesene û Heydera di pirsê. Piştî wextekî di gihijê welatê Hesene û Heydera. Mala axê di pirsê, mirovek dibê ez benî qol Qasim axê û Du birayê wî hene, herkes meznatîye êl û male xwe dikê, lê qol Qasim axe xwîşke wî ji âlîyê pismamê wî hate revandin piştre qol Qasim axe sewesî bû û li va serdore di gerê, lê herdu birayê wî li male xwene.

..Feqe awil çû cem birayê Seyrê ên mezin. Name Seyrê dayîyê, ji xwe deng jî dernexist, piştre çû cem ên dîtir, wî jî serê xwe ne êşand, piştre li qol Qasim axe geriye wî dît û name Seyrê dayîyê, dema qol Qasim axe name Seyrê xwend agir jiber çavê wî çû, dest û milê xwe dayî hevdû û bankire serdore xwe û siwarî amede kirin û derketin ser rêçke kelha comanîyê. Piştî wextekî gihiştin kelha comanîyê, gûndê Îskan kúlî xan axe. qol Qasim axe gote siwarîye ku emê kohnê xwe vekin û sibe emê qasidekî ji Îskân kûlî xan axe re bi rê bikin emê  bêjin te tiştekî baş kirîye, te neyarê me kûşt, em jî dixwazin te pîroz bikin û dîyareke hêja bi te bidin, wî çaxî ewê bê û emê cezê wî bidinê. Dema wisa nekin wê Îskân kûlî xan axe xwe veşêrê û em tucarî wî zemd nakin.

Warekî di kêleke zozan û li mileki deşt. 1937 ‘de bûye navçe, mîne bûke serbilind û bi blind bûne xwe ji kevirê reş u xeta reş re di xwênê. Hicrik û perwerde bûne dîrokî tim îlham didîyê. Bed -Zatday V. M.’ê Du hezar  sal (2000)Mikkaur qrali avakirin pêk anîye. Navê awil Zarîh begzade Zapday ji navê wî tê. Beyt -Zapday. .Sabur qralê persî deh hezar (10.000)mirov qetil kirine. Piştre û di wê demêde imperetorê persê Darîus li himberê Eskenderê mezin têk çûye

B.M.’ê 311 de bi axke Roma re bûye yek. Mor aday hawarî hatîye û fikrê xiristîyantîyê daye nasan.

..Tiştê Dîrokî Mor Gabrîel, kânîye Tîmur, dêre dayîke Meyrem, Mor Eşayo, Mor Gorgis, Mor Şemon, Mor yaqup, Mor Mejdalanîye, Mor Azîzlayto, Mor Yahanon, P.M.’ê şeşsed sal (600).Axke pîroz û bajarê rengîn û dîrokî, jibon va minasebete jibon xeta reş re bàlkêş tê û berpirsîyarê xeta reş bandikê Çiro û Viro dibê hun çime ketine xewa giran de.Çiro dibê jibon xera kirinê em amedene û wa dişyînê Zarîhê. Piştî lîkolîneke girîng qomitekê ava dikin û dest qetil kirin û xera kirinê dikin. Gel dibê ev çîye? Mirin û penaberbûn dest pê dibê. Bajar tar û mar dibê. Lê kesek deng dernaxê.

Zivîstaneke zor derbas bû û Bihareke bi xemgîn hêdî hêdî dihat. Ser bi ser tirs û şik û guman ketibûne serê her mirovî.Zarok mîne lîstike xwe diketin çaleke. Her mirovê ku ji male xwe derdiket bi xem di çû û bi keder di vegerîye. Ên ku çareserîyê wî hebûn û ên maldar bi veşartî xwe dikişand bajarekî ku lê rehet bê. Ên bê çare û mecal di dert û kederê xwede di helîye. Ên ku bi ax û welatê xwe ve girêdayî, di got çi bibê ser çava. Ên ku dikete nav agir di şewitî. Hinek jê wê peşeroj çawa bibê xweş didît û di xwest avê li agir bikê û dema gavin tavêtin serê wî bi di milkî dikete belayê.

..Wext mîne roje heşerê bû. Carne tiştin dibûn serê mirov di sekinî. Ên ku qîme xwe bi zahmetîyê anî bûn malwêranî hate serê wa.Xeta reş bê ehlaqî ferman da.Ku Çiro û Viro hun çime agir xweş geşnakin û dîlanê geş nakin? Dema wisa ferman da Çiro û Viro bêhtir bi xurtayî dest bi qetilkirinê kirin dem bu mîne dema heşerê. Gel fahm kir ku lîstikeke gelek bi qirêj heye û berdewam dibê. Edî mîne ku av bi herikè derket ser rêçk û penaber bûnê. Dayîke xist hawar û bav û Zarok bê çare bûn. Wey bavo ev çi fermane. ..

Back to top button