“ PKK ne li navçeya me be, Tirkiye êrîş û bombebaran nedikir “

Ji ber PKK 130 gundên sînorê Sîdekan li Soran vala bûne û metirsiya valabûnê li ser 20 gundên din jî li wê navçeyê heye. Herwiha ji sala 1991ê ve û heya îro 200 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê şehîd bûne û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûne. Qaymeqamê Soran dibêje, ne ji hebûna PKKê bana dê Tirkiye êrişî navçeyên me nekiriba.

Par ji ber şerê PKK û Tirkiyê hezar û 342 donim daristan û rez û baxên cotkaran li devera Sîdekanê şewitîn. Îsal jî zêdetir ji 800 donim rez û baxên cotkaran li navçeyê şewitîne.

Hacî Resûl ku welatiyekî xelkê derdora Akrê ye û ji ber ber wan êrîşên ser gundê xwe, neçar bûye ku berê xwe bide bajarê Soran, ji malpera KiDP.infoyê re dibêje: “Me ji gund û zozanên xwe bar kir û me bi neçarî berê xwe da Soran û em ketine bin konan de. REwşa navçeyên ser sînor pir xerabe û zevî hemû şewitîne.”

Herwiha Ehmed Îsmaîl ku xelkê Herîr e û diçe zozanan, ji malpera KiDP.info re ragihand: “Navçeyên me hemû şewitîne û em neçar mane ku dest ji wan zozanan berdin û vegerin. Em daxwaz ji PKK û Tirkiyê dikin ku ew şerê di nava wan de heye li ser axa xwe bikin, da ku careke din xelkê Başûrê Kurdistanê nebin qurbaniyê destê wan.”

Xidir Ebdulah ku ji Soran e, ji malpera KiDP.info re ragihand: “Ji ber PKK û bordûmana welatên derdorê, milk û malê me yê ku hebû hemû jidest çû. Genimê me hemû şewitî. Rez û baxên cotkaran hemû şewitîn. Me nikarin careke din biçin ser zeviyê xwe û av bidin. Hermû hişt bûne. Ew jî hemû ji ber hebûna PKK ye li navçeyên me. PKK ne li navçeyê be Tirkiye wir bombebaran û topbaran nake.”

Qaymeqamê Soran Kirmanc Îzet ji malpera KiDP.info re ragihand: “Hebûna PKK li sînorê Sîdekan tişteke nerewa û neşeriî ye. Ku ji ber hebûna wê rojane Tirkiye navçeyê topbaran û bombebaran dike û xelkê me şehîd dibin û ziyaneke madî mezin dighê navçeyê. Ev hemû ji ber PKKê ye. Ji ber ku eger ne ji ber PKKê be, Tirkiye êrîş nake û navçeyê topbaran neke.”

Kirmanc Îzet wiha got: “Ji sala 1991ê ve PKK li navçeyên ser sînor ên Başûrê Kurdistanê bicîh bûye, heya niha nikariye tenê gundekî li Bakurê Kurdistanê azad bike. Lewma hebûna PKK li wan navçeyan ziyanê dighîne kurdan, ji ber ku ew navçe di bin deselata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nemane. Rojane Îran û Tirkiye li navçeyên me didin û xelkê sivîl şehîd û birîndar dibin. Bi hezaran donim zevî û dexil û bax û rezên welatiyan dişewitin û bi milyonan dolar ziyan dighê cotkaran. ZIyaneke mezin dighê geştiyariya Herêma Kurdistanê. PKK li wan navçeyan nebaya dê Hikûmeta Kurdistanê karîba xizmeta wan navçeyan kiriba û dê gelek geştiyaran berê xwe daba wir. Lê niha xelkê wan gundan newêrin biçin ser gundê xwe. Li Sîdekan ji nava 263 gundan, tenê 138 gund avedan in. Herwiha tenê ji par û heya niha 5 gund vala bûne. BI wateya ku 130 gund li wir vala bûne, û niha metirsî li ser 20 gundên din jî heye ku ew jî vala bibin. JI ber hebûna PKK li navçeyê ji sala 1991ê ve û heya îro zêdetirî 200 welatî şehêd bûne û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûne.”

Nerîna min :